Wezîrê Karên Derve yê dewleta Tirk, Mevlut Çavûşoglû, ji bo serdana du rojan, çû Iraqê. Di rojeva wî de PKK hebû. Serdana Wezîrê Karên Derve yê Tirk Çavûşoglû roja Yekşemê (doh) dest pê kir û wê êro jî dewam bike. Çavûşoglû destpêkê bi hempîşeyê xwe Mûhammed el Hakîm re rûnişt û civîna çapemeniyê kir. Rejîma Tirk ji rêveberiya Bexdayê dixwaze ku hewldanên xwe yên li dijî PKK’ê zêde bike û bi artêşa Tirk re bêhtir hevkariyê bike. Çavûşoglû wê di serdana xwe ya du rojan de bi Serokkomarê Iraqê Berhem Salih, Serokwezîrê Iraqê Adil Abdulmehdî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçirvan Barzanî û alîkarên wî, Serokê Konseya Ewlekariyê ya Herêma Kurdistanê re hevdîtinê bike.

Hikumetên Iraqê û Başûr bêdeng in

Di rewşa heyî de gelek baregehên rejîma Erdogan li Başûrê Kurdistanê hene. Hin dever jî dagir kirine. Şengal jî di hedefa dewleta Tirk de ye. Rejîma Erdogan gelek caran PKK ji bo xwe weke bahane nîşan da û gef xwarin ku ew ê Şengalê dagir bike. Jixwe, wê gelek caran êrişî Şengalê jî kir. Hikûmetên Iraqê û Başûrê Kurdistanê heta niha li dijî êrişên rejîma Enqereyê nerazîbûneke cidî nîşan nedane.

 

ANF / BEXDA