Li gundên Dersimê welatiyên ku debara xwe bi sewalvaniyê dikin, ji niha ve dest bi amadekariyên zivistanê kirin. Nexasim li wan gundên ku li quntarên çiyê ne, bihar dereng dest pê dike û zivistan jî zû dest pê dike.
Li gundê Kurdesy ê navçeya Pulur a Dersimê welatiyên bi sewalkariyê debara xwe dikin bi tirpanê giya diçinînin û paşê wan davêjin patosê û dikin ka. Paşê kaya ku çêdikin dixin kîsan û dixin axuran.
MA/DERSIM