
Perwerdeya Kurdî misoger bûye
Mamoste Ronî Stêrk balê dikşîne ser peymana kar û rewşa dersên Kurdî li Eyaleta Brêmenê û wina dibêje: “Ez ji aliyê wazerata perwerde û zanistiyê ve hatim wezîfedar kirin. Ev yek jî xuya dike ku mafê dersdayina zimanê Kurdî ji alîyê wazereta perwerde û zanistiyê ya eyaleta Bremenê ve hatiye misoger kirin û gava ku hewcêdarî hebe eyaleta Bremenê kari mamosteyê/ya Kurd tayînî dibistanekê bike. Lê ji bona ku dersa Kurdî di dibistanekê de were dayîn, divê deûbav ên şagirtan li dibistanê daxwaza dersa zimanê dayikê yanî Kurdî bikin.”
Mamoste Ronî hejmara zarokên ku nuha beşdarî dersên zimanê Kurdî dibin kêm dibîne û dibêje: “Gava em hejmara niştecihên Kurd yên ku li Bremenê ne bînin ber çavan, hejmara xwendekarên me pir hindik in. Piraniya şagirtên ku beşdarî dersên Kurdî dibin zarokên ji malbatên Kurd ên Êzîdî ne.”
Taybetmendiya Bremen ê
Mamoste Ronî Stêrk me di derheqê dersên Kurdî yên dayike, ku li Almanya di dibistanan de tên dayin, agahdar dike û dibêje: “Niha li gor agahdariyên ku di destê me, yekitiya nivîskarên Kurd de hene, li serensarê Almanya li 4 eyaletên bi navê NRW, Bremen, Niedersachen û li Hambûrgê nêzîkî 20 mamoste dersên zimanê Kurdî didin zêdeyî 1200 xwendekaran. Bremen, Hamburg, Münster, Cloppenburg, Wesel û Bottrop hinik ji wan bajarên ku dersên zimanê dayikê lê tên dayîn in. Lê bajar-eyaleta Bremenê xwedî taybetmendiyeke girîng e. Di dîroka Almanyayê de cara pêşî Kurd li bajarê Bremenê mafê dersên Kurdî distîinin û ev 21 sal e li vir dersên Kurdî tên dayîn.”
Tevgereke xurt lazim e
Lewra jî Mamoste Ronî Stêrk bi taybetî bangewazî li Kurdên Elewî û Misliman in dike, ku ew zarokên xwe bişînin dersên zimanê Kurdî. Herweha ew dibêje divê malbat û bi taybetî jî dezgehên Kurda têkevin tevgerekê ku zimanê Kurdî di her beşên jiyanê de were bikar anîn û ew zarokên me teşwîkî xwendin û nivîsandina zimanê xwe bikin; ji perwerdeya Kurdî sûdê werbigrin. Divê dê û bavên zarokan zanibin ku li her derê Almanyayê dikarin ji bona perwerdeya zimanê Kurdî serî lê bidin. Li eyaletên ku dersên zimanê Kurdî lê nayê dayîn jî dikarin têkevin nav tevgerekê. Ev yek mafê wan ê rewa ye. Ger li bajarek an jî li bajarokek Almanya ew bixwazin ji bona dersên Kurdî serî lê bidin û ji wan re alîkarî hewcê be, ew dikarin bi Yekitiya Mamosteyên Kurd (YMK) re têkevin tekiliyê û di derheqê prosedurê de ji wan agahdariya bistînin.
YMK têkildarî girîngiya perwedeya zimanê zikmakî wek peyama dawî jî dibêje:
"Mirov bi zimanê xwe heye û zimanê ku zarok pê neaxive, zimanê nîvmirî ye. Ger zarokên me bi zimanê xwe nepeyivin ew dê ji xwe û ji reha xwe jî dûr dikevin. Zimanê me rûmeta me ye, divê em li rûmeta xwe xwedî derkevin.”
ÎLYAS ERSOZ/BREMEN