
Hate zanîn ku Davûtoglû di nameya xwe d eji rêveberiya Şamê xwestiye ku kesên li herêma Kurdan têkiliya wan bi PKK’ê re hene bigirin û di meseleya perwerdehiya bi Kurdî de tu pêngavan neavêje.
Her wiha, di nameyê de tê gotin ku divê Sûriye di çarçoveya Peymana Endeyê ya di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de agahiyên sîxûrî yên der barê PKK’ê de bide Enqereyê.
Li gorî agahiyên nunerên Kurdên rojavayê Kurdistanê dane ANF’ê, hikûmeta Tirk ne tenê name ji Esad re şandine, lîsteke li hemberî daxwazên Kurdan pêşkêşê muxalefeta radîkal a Ereban Birayên Misilman jî kiriye.
Alîkarê Serokê Komîteya Neteweyî ya ji bo Guhertinên Demokratîk û Serokê PYD’ê Salih Muhammed, diyar kir ku hikûmeta AKP’ê ji bo desthilatiya piştî rejîma Beşar Esad mafên hemwelatiyê yên Kurdan nas neke, şer danîne pêşiya Konseya Neteweyî ya Sûriyeyê. Muhammed diyar kir ku Konseya Neteweyî ya Sûriyeyê ku navenda wê li Stenbolê ye, van mercan qebûl kiriye.
Hêjayê gotinê ye ku Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) di nîva meha cotmehê de belavokekê aşkere kiribû ku li hemberî Kurdan di navbera Tirkiye û Konseya Neteweyî ya Sûriyeyê ku navenda wê li Stenbolê ye de peymanek li dijî Kurdan hatiye morkirin.
Peymana Aştiyê ya PYD'ê
PYD’ê xalên wê peyman bi raya giştî re aşkere kiribû. Li gorî daxuyaniya PYD’ê ev xal di peymanê de cih digirin:
- Dema ku Rejîma Beasê li Sûriyeye hilweşiya, hikûmeta ku bikeve cihê wê pêwist e hevpeymana di navbera Tirkiye û rêjîma Beasê de ya di sala 1998’an de pêk hatiye, biparêze.
- Pêwist e ji hêla hikûmeta nû ve derfet neyê dayîn ku Kurd di makezagona Sûriye de werin bicihkirin.
- Astengkirina rola partiyên Kurdan bi giştî û bi taybetî jî Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD di nava muxalefetê de.
- Alîkariya dewleta Tirkiyeyê di heremên Kurdan de yên ku dikevin nav sînorên Sûriyeyê li dijî terorê were kirin.
- Derfetdayîna hewildanên Tirkiyeyê yên di warê çapemanî, propaganda û perwerdeyê de li hemberî tevgera Kurd li Sûriyeyê.
- Ku pêwiste be, alîkariya dewleta Tirkî di warê levbazî û şopandina terorîstan de di hindirê sînorê Sûriye de were kirin.
Çavdêrên Yekîtiya Ereban diçin Sûriyeyê
Şanda yekemîn a ji çavdêrên Yekîtiya Ereban ên ku bi armanca bidawîkirina tundiya li Sûriyeyê ku heta niha di encamê de herî kêm 5 hezar kes jiyana xwe ji dest dane, diçe Sûriyeyê.
Sûriyeyê di çarçoveya plana aşitiyê ya Yekîtiya Ereban de, protokola şandina şandeya çavdêran bo Sûriyeyê di 19’ê berfanbarê de îmze kir. Protokol li Qahîreya paytexta Misirê di navbera Alîkarê Wezîrê Derve yê Sûriyeyê û Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Ereban Nebîl el Arabi de îmzekirin.
Di plana aşitiyê ya Yekîtiya Ereban de ‘diyaloga di navbera hikûmet û muxalîfan de, şandina şanda çavdêran a ji aliyê Yekîtiya Ereban ve, rawestandina tundiya li Sûriyeyê, vekişîna leşkeran ji nava bajaran û serbestberdana kesên ku di bûyerên dawîn ên li Sûriyeyê de hatine girtin’ hene.
Hate zanîn ku dê îro yekemîn şanda çavdêrên Yekîtiya Ereban îro biçin Sûriyeyê û ji hatina hemû şandên çavdêran amadekarî bikin. Hate diyarkirin ku dê li 10 herêmên welêt dest bi xebatê bikin.
SALIH HESEN - ANF/HELEB