Heyeta Teşkîlata Hevkariyî û Ewlehiya Ewrûpayê (AGİT), der barê xebatên referandumê yên "Erê" û "Na" de raporek amade kir. Heyeta AGÎT'ê di raporê de diyar kir ku hemû derfetên dewletê ji bo "Erê" hatine seferber kirin û dozger jî alîgirên "Erê" ne. Heyeta AGÎT'ê destnîşan kir ku eniya "Na" rastî gelek astengiyan tê û Serokomar, Serokwezîr û daraz eniya "Na" wekî "Rêxistina terorê" bi nav dike.
Li gorî nûçeya Rojnameya BirGunê piştî heyeta AGÎT'ê bi Wezareta karên derve, rayedarên hikûmetê, YSK, saziyên sivîl û civakî re hevdîtin pêk anî û di navbera rojên 17 Adar û 7'ê Nîsanê de raporek amade kir. Heyeta AGİT têkildarî referandumê diyar kir ku heta niha xebatkarên Eniya "Na" rastî gelek astengiyên polîs û darazê hatine û xebatên wan li gelek cihan hatine astengkirin. AGÎT'ê di raporê de got: Eniya "Na" yên kampanyayê dimeşînin rastî astengiya azadiya îfadeyê tên. Di televizyonê de wekî hev wext ji kampanyayan re nayê dayîn. Ji pêşniyarên guhertinê yên Komisyona Venedîkê bêpar in. YSK'ê destûr neda ku 10 partiyên siyasî beşdarî xebatên referandûmê bibin. Destûr neda 19 partiyên di 1'ê Mijdarê de beşdarî hilbijartinê bûne. Serokomar Serokwezir, Serdozgerê Antalya û gelek rayedarên dewletê ji bo kesên dengê "Na" bidin wekî endamê "rêxistina terorê" û hevkarên wê bi nav kir û tawanbar kir.
Qanûna xwe nas nakin
Gelek xebatên "Na" rastî astengiyên polîsan hatin. Hemû derfetên dewletê pêşkêşî kampanya "Erê" hatin kirin. Çapemenî tê astenkirin. Mafê azadiya ramanê û îfadeyê tê asteng kirin. Rojnameger tên girtin. Gelek saziyên çapemeniyê hatin girtin û rojnameger hatin girtin. Li gorî zagonan divê çapemenî bê alî tevbigere Lê bi qanûnên KHK'ê yên OHAL'ê YSK’ê erka xwe ya li ser çapemeniya bi alî weşanê dike rakiriye û pêşiya wê berdaye.
NAVENDA NÛÇEYAN