Berpirsê rêveberiya dergehê Sêmalka li aliyê Rojava Ebdurehman Hemo diyar kir ku îro dergehê sînor ê di navbera Rojava û Başûr de ji bo alîkariyên mirovî tê vekirin. Hemo da zanîn ku dergeh wê ji bilî penaberbûnê, ji bo hemû alîkariyên mirovî were vekirin. Ebdurehman Hemo ragihand ku wê îro bi awayekî fermî vekirina dergehê Sêmalka were ragihandin.

Berpirsê dergehê Pîşabûr li Herêma Kurdistanê Şewket Berbiharî jî li ser vekirina sînor ê di navbera Başûr û Rojava de ragihand ku heta niha dergeh nehatiye vekirin û girtiye.  Di civînên berî çend heftiyan ên di navbera Meclisa Gel a Rojavayê Kurdistanê (MGRK) û Encûmena Nîştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) de biryar hatibû dayîn ku piştî civînan, di navbera 48 saetan de dergehê Sêmalka ji derveyî penaberbûnê, ji bo hemû alîkariyên mirovî were vekirin. Di vê derbarê de Şewket Berbiharî wiha got: “Heta niha dergeh nehatiye vekirin û wekî berê ye. Çûyîn heye û hatin tune ye.” Berbiharî diyar kir ku ti agehdarî ji bo vekirina dergeh di destê wan de nîne. Di civînên di navbera MGRK û ENKS’ê yên li Hewlêrê de biryar hatibû dayîn ku dergehê Sêmalka ji bo alîkariyên mirovî were vekirin. 

DÎHA/HEWLÊR