Tesîra berxwedana Leyla Guvenê li derhêner Amal Ramsîs jî bûye û ew dibêje, “Di axa Rojhilata Navîn de şer, dagirkerî û koçberî bi ti awayî kêm nebûye, li vir tenê jin dikare çîrokan berhev bike û bihûne. Ez ê her tim berxwedana jinê raxim pêş çavan.”

Derhênera jin a Misrî, Amal Ramsîs yek ji derhênerên muhim ên cihana Ereb e. Wê hertim qedexeyên li welatê xwe kirine mijara filmên xwe. Bi taybetî mijarên filmên wê li ser jinê û bandora şer in. ew filmên xwe bi vî rengî dihûne. Her wiha belgefilma wê ya bi navê “Hûn ji Dûristanê Hatine” gelek xelatên navneteweyî girtine û di Mihrîcana belgefilma a li Amedê FilmAmedê de jî hat nîşandan.

Wê behsa çûna xwe ya Amedê, mijara filmên xwe, bazirganiya li ser sînemayê, bandora jinên derhêner kir. Amal çûye serdana Leyla Guven jî û vê yekê gelek bandor lê kiriye.

 Berhevkar û hûnera çîrokan

Amal Ramsîs di belgefilmên xwe de bi taybet cih dide jinê. Amal diyar kir ku desthilatdariya li hemberî jinê zêde bûye. Amal got, weke jineke derhêner, li dijî qetilkirin û kuştina jinê bersiv bûyîn gelekî zor e û got, “Jin her tim ji aliyê civakê ve bi rêya, olî û hişmendiya mêr bi şidet, kuştin û tecawizê re rû bi rû mane. Di her warê jiyanê de destûra înîsiyatîfê nadin jinê.”

Amal, destnîşan kir ku careke din di cihana sînemaya Ereban de bi taybetî li Misrê, bi awayekî berbiçav jin pêşeng in û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Jin di cihên çandî û civakî de dixebitin, derhêneriyeke ne di berjewendiya kesan de dikin. Di warê çandî û civakî de ya herî dikare çîrokan berhev bike, bihûne jin e. Lê di sînemeya bazirganiyê de hejmara jinên derhêner gelekî kêm e. Ji bo bazirganiyê sînemayê mînak Hollywood e. Lê ez bi biryar im ku van hişmendiyan bi berhemên xwe bi jinbûna xwe tine bikim. Ez ê wê berxwedana jinê raxim pêş çavan.”

‘Leyla moral da me’ 

Amal Ramsîs bal kişand ser serdana xwe ya Leyla Guvenê jî, got, Leyla Guven ji bo xebatên wan serketin xwestiye: “Ez ji berxwedana Leylayê bi hestiyar û bi bandor bûm. Leyla ji bo me ev tişt gotin; ‘Ji ber ku bi wê re dîrok tê nûkirin û tê bibîranîn, ji wendabûnê rizgar dibe. Dîrok paşerojê ronî dike, di vir de weke derhêner barekî giran dikeve ser mile we. Divê dîrokê bi hemû zelaliya xwe re hûn bikin belgeyek û mayînde bihêlin. Ev serbilindiyek e, divê hûn van xebatan bêhtir bi pêş ve bibin.’ Ev serdana me moralekî mezin da me tevan. Bi şîretên xwe, wê berhemên me watedartir kirin. Berxwedana Leylayê me hestiyar kir. Ew jineke bêhempa ye.”

FilmAmedê Amal şad kir

Her wiha Amal bi belgefilma bi navê “Hûn Ji Dûristanê Hatine” tevlî mihrîcana 7’emîn a FilmAmedê bûbû. Amal ji Filistînê ye wê koçberên ji ber şer revî, kiriye mijara belgefilma xwe. Malbat ji şer direve, ji hev belav dibe. Keça malê, Dewlet li welatekî biyanî mezin dibe. Piştî çend salan dema malbat digihîjin hev, êdî rewşeke biyanî heye. Bi zimanên biyanî ji hev fêm nakin. Lê belê rondikên çavên wan bi heman hestan diherikin. Amal dibêje ew bi FilmAmedê şad bûye, di dawiyê de wiha dipeyive: “Çiqas belgefilm ne li ser Kurdan be jî ew ji jiyana Kurdan qet dûr nîne. Ez dizanim ku temaşevanên herî rast li vir in û ji min fêm dikin.”

 

JINNEWS / AMED