Saziyên insanî û hewarê yên NY´yê bang li Konseya Ewlekariyê kir da ku deriyê sînor ê Til Koçerê li alîkariyên tibî û insanî veke. Berdevkê sekreterê giştî yê NY´yê jî got, ew doza vekirina deriyê sînor bi vê armancê li Konseya Ewlekariyê dikin. Li ser liberrabûna Rûsyayê di Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî de, Çileyê bihurî deriyê Til-Koçerê (El-Yarubiye) li alîkariyên insanî hat girtin. Ji ber krîza Covid-19´ê jî rewşa insanî xirabtir bû û pêdiviya bi malzemeyên tibî zêde bû. Ji ber vê yekê Kordînatorê Alîkariya Insanî ya NY´yê bang li Konseya Ewlekariyê ya NY´yê kir da ku tavilê ji bo hewarê deriyên sînor ên ber bi Sûrî ve bên vekirin. Lê belê Alîkarê Sekreterê Giştî yê Karên Insanî yê NY´yê Mark Lowcock, tenê navên deriyên sînor ên ji Tirkiyeyê ber bi Sûrî ve hildan. 10´ê Tîrmehê dema destûra wan a ji bo alîkariya insanî diqede. 10´ê Çileyê bihurî, Konseya Ewlekariyê biryar da ku deriyên sînor ên Bab el-Selam û Bab el-Hewa ji bo alîkariya insanî heta 10´ê Tîrmeh vekirî bin, lê deriyên Til Koçer û El-Remta ên bi Iraq û Urdunê re jî girtî bin. Sekreterê Giştî yê NY´yê António Guterres di rapora xwe ya dawî de ji konseyê xwest destûra vekirina deriyên sînor ji bo 12 mehan dirêj bike. Pêşnûmaya Elmanya û Belçîkayê Nîvê Hezîrana bihurî, saziya alîkariya insanî ya NY´yê bang li Konseya Ewlekariyê û xasma jî Rûsyayê kiribû da ku destûr bê dayîn, da ku alîkariyên tibî di krîza Covid-19´ê de karibin di deriyê sînor ên Til Koçerê re bên derbaskirin, da ku pêşî li felaketekê bê girtin. Wê got, divê konsey bi sivikî tevbigere û destûrê bide. Elmanya û Belçîkayê jî nîvê Hezîranê pêşnûmayek dan Konseya Ewlekariyê ya NY´yê da ku deriyê Til Koçer a ku Rojava bi bajarê Rabîa ve girê dide. Di vê pêşnûmayê de tê xwestin ev derî ji bo alîkariya insanî ji bo 6 mehan bê vekirin û deriyên din ên Tirkiye û Sûriyê de jî ji bo salekê bên vekirin. Berdevkekî Sekreterê Giştî yê NY´yê Antonio Guterres, Stephane Dujarric got, "Bersiveke berfireh û mezin a derbaskirina sînor wê lazim be ji bo ku pêdiviyên insanî yên dêwane yên li Bakur û Rojhilatê Sûrî bên dabînkirin. Em vê her dibêjin. Divê ev di axaftina sekreterê giştî û endamên Konseya Ewlekariyê de bibe mijar." Elmanya dibêje me zext kiriye Ev deriyê sînor nexasim jî ji bo gihandina alîkariyên tibî ji bo Bakur û Rojhilatê Sûrî dihat bikaranîn. Rêveberê Çavdêriya Mafê Mirovan a NY´yê Louis Charbonneau, "Heger em bi ser nexin ku alîkariya di ser sînorê derî re bê kirin, ev ê bi awayekî belesebeb rê veke li ber êşê û mirina mirovan. Helbet Rûsya wê vê nexwaze. 
Sefîrê Elman ê li NY´yê Christoph Heusgen jî got, ew ê ji bo vekirina derî zextê bikin. Wî got, Çileyê bihurî jî wan ji bo alîkariyên insanî vekirina deriyê sînor ê Til Koçerê zext kiriye, lê Rusya û Çînê ev daxwaza wan veto kiriye. 
Çav li rê ye ku pêşnûmayên elaqedarî vekirina deriyê sînor di nava vê hefteya li pêşiya me de bikeve ber dengdanê. FRANKFURT