“Ocalan di asteke welê de ye ku dikare krîz û kaosa li welêt bi dawî bike. Muzakerevanê sereke yê çareseriya pirsgirêka Kurd e.“

Parlamenterê HDP’ê Omer Ocalan got, “Eger Birêz Ocalan bikeve dewrê wê aramî bê. Eger li pêşiya deriyê Îmraliyê bend bê danîn wê kaos giran bibe.”

Hevdîtinan bi Rêber Abdullah Ocalan re beriya hilbijartina Stenbolê 2’ê Gulanê dest pê kirin, lê nêzî mehekê ye, dewleta Tirk destûra hevdîtinan nade. Ji malbata Ocalan Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan li ser vê mijarê axivî û bi bîr xist ku hevdîtin piştî berxwedana greva birçîbûnê û rojiya mirinê pêk hatine. Omer Ocalan weha got: “Di encama berdêlên giran de ji bo Birêz Ocalan karibe têkiliyê bi gel û girseyê re pêk bîne hevdîtin hatin kirin.”

Divê pêşî li Ocalan were vekirin

Omer Ocalan bal kişand ser rola Rêber Apo ya di aştî û aramiyê de û di vê çarçoveyê de xwest her tim têkilî pê re hebe û got: “Ji 18’ê Hezîranê ve deriyên Girava Îmraliyê careke din hatin asêkirin. Divê nêrînên Birêz Ocalan bigihêjin raya giştî. Lê belê bi AKP-MHP’ê re mejiyê gefxwarin û tasfiyekirina destketiyên Kurdan heye. Têkoşîna gelê Kurd heta astekê ev yek têk bir. Birêz Ocalan her carê gotiye, ‘Nabe ku hûn ji min re bêjin di birka vala de avjeniyê bike’. Ji bo ku bêhn bê ber welêt divê pêşiya Birêz Ocalan bê vekirin.

Divê kes tecrîdê qebûl neke

Welat ketiye nava rewşeke xitimandî. Li Tirkiyeyê sîstem xitimiye. Rewatiya AKP û MHP’ê bûye mijara nîqaşê. Ji ber vê yekê divê kes tecrîdê qebûl neke. Eger Birêz Ocalan bikeve dewrê wê aramî pêk were, wê çareserî bê nîqaşkirin. Şerek heye ku sed sal in didome. Di rewşeke wiha de wê çareserî pêk were. Eger têkiliya bi Birêz Ocalan re bê qutkirin, eger nikaribe nêrînên xwe bigihîne derve, eger bend li pêşiya deriyê Îmraliyê bê danîn hingî wê kaosa li welêt girantir bibe.

Ocalan di asteke welê de ye ku dikare krîz û kaosa li welêt bi dawî bike. Muzakerevanê sereke yê çareseriya pirsgirêka Kurd e. Divê dewlet vê qebûl bike. Bi hevdîtinên bi rûspiyan û serkêşên cerdevanan re çareserî nabe. Ew tenê dikarin tevkariyê li çareseriya Birêz Ocalan bikin. Di çareseriyê de muxateb ew nînin. Divê dewlet rastiya rêbertiyê ya Birêz Ocalan bibîne. Dewletê ev yek di navbera salên 2013-2015‘an de qebûl kir. Aqlê dewletê yê wê demê û pratîka dewletê ya niha li hev nayên. Polîtîkaya dewletê ya li dijî Birêz Ocalan û li dijî Kurdan wê bi kêrî vî welatî neyê.

Yên Kurdan bi kar bînin wê têk biçin

Ji sala 2015’an heta sala 2019’an xisar li vê cografyayê bû, bajar hatin valakirin, bi hezaran mirov hatin kuştin. Piştî van bûyerên qewimîn gelo hûn li bendê bûn ku mirov di hilbijartina Stenbolê de dengê xwe bidin we? AKP di vê mijarê de di nava şaşitiyê de ye. Tu yê bi hemû amûrên zextê yên dewletê li dijî vî gelî tevbigere, tu yê tecrîdê li Rêberê vî gelî ferz bike û çend roj beriya 23’ê hezîranê ji bo berjewendiyên xwe rewşê mîna amûrekê bi kar bîne. Piştre jî tu yê bêje bila gelê Kurd destekê bide AKP’ê. Ev hemû şaşitî ne. Gelê Kurd vê yekê qebûl nake. Eger AKP û MHP ji bo mayindekirina desthilatdariya xwe nirxên gelê Kurd weke amûrekî bi kar bînin wê têk biçin. Divê samîmî nêzî vê pirsgirêkê bibin.”

Dagirkerî têkiliya xwe tecrîdê re heye

Omer Ocalan bal kişand ser êrîşên dagirkeriyê yên li Başûrê Kurdistanê û destnîşan kir, pirsgirêka Kurd bi polîtîkayên şer çareser nabe. Ocalan got, “Dagirkeriya heyî ya li Başûrê Kurdistanê û şerê diqewime pêwendiya xwe bi tecrîda li Îmraliyê heye. Ji dewletê we ye ku bi polîtîkayên şaş wê karibe encamê werbigire. Wê hîn bêhtir êş rû bide û dijminatiya navbera gelan kûrtir bibe. Yên ku ji wan we ye ku gelê Kurd wê di mijara mafên xwe yên mafdar de paşve gavê biavêje, mîna beriya niha niha jî xwe dixapînin.”

ANF/ AMED


Bêhna civakê hate ber

Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) peyamên Ocalan ên dawî û hevdîtinên pê re hatî kirin, bi bîr xist û got: “Bi van hevdîtinan bêhna civakê hate ber. Bes dewlet û desthilatdarî tecrîdê didomîne.”

Civîna 4’an a Meclîsa Giştî ya Serdema 9’an a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) pêk hat. Encamnameya civînê hate eşkerekirin. Di encamnameyê de hate gotin ew ê têkoşîna xwe geş bikin û wiha qala tecrîdê hate kirin: “Birêz Ocalan di hevdîtinan de yên ji 2’ê Gulanê û vir ve diyar kir ku ew hîn di pozîsyona aştî û çareseriya demokratîk de ye. Divê dewlet û desthilatdarî di vê mijarê de gavê biavêjin. Bi van hevdîtinan bêhna civakê hate ber. Lê belê dewlet û desthilatdarî tecrîdê didomînin. Bi navê HDK’ê em dibêjin; hem ji bo amadekirina civakê ji bo çareserî û aştiya demokratîk hem jî ji bo afirandina hesasiyeta civakî li dijî tecrîdê em ê têkoşîna xwe geş bikin.”