Hejmarek ciwanên navçeya Kelarê komek ya defê ava kirine û ev kom bi derfetên xwe bûye deriyek ji bo ciwanên ku dixwazin fêrî lêxistina defê bibin. 

Kamo, navê koma defê ye ku di sala 2013’an de li navçeya Kelar a ser bi herêma Germiyanê, hatiye avakirin. Hejmara endamên koma Kamo ji zêdetirî 20 ciwanên nû pêk tê. Ev kom heta niha tevlî gelek bûneyên hikûmî û hûnerî yên li navçeya Kelar û bajar û navçeyên din ên Başûrê Kurdistanê bûye.

Mistefa Kazim ê ku ji destpêka avakirina komê ve bûye endam, têkildarî xebatên koma xwe axivî û got: “Avakirina komên bi vî rengî giringî dayîna hunera gelê me ye. Em dibînin li Başûrê Kurdistanê hunera biyanî zêdetir pêş ketiye. Lê belê pêwîst e em beriya her tiştî hunera gelê xwe pêş bixin.”

Stranbêjê koma Kamo Hejar Cebar jî anî ziman ku têsîra krîza darayî li hunerê jî dibe û got: “Gelek komên ku hikûmetê alîkariya wan dikir, bi hatina krîza darayî re karê xwe dane sekinandin. Lê belê ji destpêkê heta niha hikûmetê alîkarî ne daye koma me. Kesên xêrxwaz alikariya me dikin.”

 Endamên jin tine ne 

Her wiha berpirsê koma defê ya Kamo Kameran Ferîq jî têkildarî nebûna jinên ciwan di koma wan de got: “Di demên borî de hejmarek jinên ciwan li gel me fêrî amûra defê bûn. Lê ji ber edetên civakê û destûrên olî û kêmbûna asta rewşenbîrî ya malbat û kesan jinên ciwan nekarîne li gel me berdewam bikin. Me ji destpêkê heta niha kariye em sê berhemên taybet yên xwe biafirînin û qeyd bikin.”


BERHEM LETÎF / ROJNEWS / KELAR