Endamê Desteya Bilind a Kurd Aldar Xelîl diyar kir ku ji bo vekirina deriyê sînorê Rojava hewldanên wan dewam dikin û li bende ne ku di demeke nêzîk de vebibe. Xelîl da zanîn ku eê vekirina derî, ji bo veguhestina alîkariyên mirovahî yê ji bo gelê Rojavayê Kurdistanê pêk bê.

Endamê Desteya Bilind a Kurd Aldar Xelîl ragihand ku ji bo deriyê sînor di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de werin vekirin hevdîtin û hewldanên wan dewam dikin û li bendê ne ku di demekê kin de were vekirin. Xelîl anî ziman ku li gorî hevdîtinan soz hatibû dayîn ku doh derî hatiba vekirin, lê ji ber barîna berfê dereng ket û li bendê ne ku vebibe.

Alîkariyên însanî werin şandin

Xelîl destnîşan kir ku deriyê vebe, wê li beranberî gundê Sêmalkan a herêma Koçerata be û kontrola derî jî li Rojava girîdayî Desteya Bilind a Kurd be. Her weha Xelîl da zanîn ku derî niha ji bo veguhestina alîkariyên mirovahî yên ji bo gelê Rojavayê Kurdistanê hatine berhevkirin bigihêje destê gel tê vekirin. Xelîl anî ziman ku di demên pêşde dibe ku ev derî ji bo karên bazirganiyê jî were bikaranîn. Xelîl diyar kir ku ger hikûmeta Iraqê  sozên xwe bi cih bîne di demeke kin de wê li aliyê Tilkoçer jî deriyê sînor were vekirin.

Divê kampanya dewam bikin

Endamê DBK´ê Aldar Xelîl bal kişand ser zexmetiyên gelê Rojava pê re rû bi rû dimêne û diyarkir ku vekirina derî ji bo çareserkirina pirsgirêkên heyî têr nake û xwest kampanyayên alîkariyê dewam bikin. Xelîl bang li hemû gelê kurd û rêxistinên civaka sivîl kir ku ji bo alîkariyê bikevin nav tevgerê û bi rihê netewî piştgirî bidin Rojava.

Ambargoya bi mehan e dewam dike

Ambargoya li ser gelê Rojavayê Kurdistanê piştî berxwedana Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ku li Serêkaniyê li dijî komên çekdar, tundtir bû. Riyên ku weke riyên bazirganiyê dihatin bikaranin û ji bajarên din yên Sûriyeyê diçûn Rojava girtin û wesayitên ku madeyên sotemeniyê, ard, şekir û derman ber bi Rojavayê Kurdistanê ve dibirin desteser kirin. Jixwe sînorê dirêj di navbera Rojava û Bakûrê Kurdistanê de ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye girtin. Hikûmeta Başûrê Kurdistanê jî di vê demê de rê venekir û deriyê sînor girt.  Gelê Rojavayê Kurdistanê bi vê ambargoya ku ev bi mehane tê meşandin bi zor û zexmetiyên mezin re rû bi rû ma.  Êdî derman, nan û madeyên sotemeniyê bi zehmetî tên peydakirin. Ji ber kêmbûna sotemenî û mazotê di mehên zivistanê de gel zexmetiyên mezin kişand. Li bajarê Efrînê ku bi darên xwe yên zeytûnê tê nasin, gel ji bo ku karibe xwe germ bike bi hezaran darên zeytûnê birî. 

ANF/QAMİŞLO




Kampanya li girtîgehan belav dibe


Ji bo kampanya alîkariyê ya li girtîgeyan ji bo Rojava hatibû destpêkirin, girtiyên  MLKP, TKP/ML, KDO, Tevgera Berxwedanê û TÎKB’ê jî piştgirî dan.
Li girtîgehên Tirkiye piştî kampanya alîkariyê ku girtiyên PKK´ê û PAJK´ê ji bo Rojava dabûn destpîkirin, girtiyên din yên siyasî jî piştgirî dan kampanyayê. Girtiyên MLKP, TKP/ML, KDO, tevgera berxwedanê û TÎKB’ê yên girtîgeha Tîpa F ya Hejmar 1 a Sîncanê dimînin bi armanca ku bi gelê Rojavayê Kurdistanê re bikevin nav piştgiriyê hewcedariyên xwe yên hefteyekê ji bo wan berhev kirin.
Girtiyan li ser mijarê daxuyaniyek dan û bang li her kesî kirin ku piştgirî bidin gelê Rojava û qêrîna "Li ber xwe bide Rojava em ligel te ne’ bilind bikin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Gelê Rojava nebû navgîna hegomonya û şerê dagirker yên emperyalîstan û ev red kir û ji bo azadiya xwe tevgeriya. Gelê Rojava niha bi xetereyên mezin re rû bi rû ye. Hewl tê dayîn ku vîna gelê Rojava bi çekê were çewisandin, bi birçîbûn û sermayê bê terbiyekirin. Em wekê şoreşgeran xwe berpirsyar dibînin ku xwedî li îradeya gelê Rojava derkevin. Em bi vê bawerî û hişmendiyê li gel gelê Rojavayê Kurdistanê cihê xwe digirin. Em bang li hemû kesî dikin ku ji bo kampanyayê dengê xwe bilind bikin û piştgiriyê bidin.
Di 9’ê Çile de jî li girtîgeha Tîpa F ya Tekîrdagê girtiyên MLKP’ê piştgirî dabûn kampanyayê. 

ANF/ENQERE