Li gor rêveberiya Gomrika deriyê Sêmalka, madeyên ji Başûr derbasî Rojava dibin ji cilên nû û kevin, parçeyên tirimpêlan, alavên elektronîk, madeyên avahîsaziyê, cenatorên ceyranê û madeyên xwarinê pêk tên. Berpirsyaran diyar kir ku nêzî 500 ton ji hesin û çîmento her roj derbasî Rojava dibe, ji Rojava jî 2 hezar sewal derbasî Başûr dibin. Derbarê meşandina xebatê di deriyê Sêmalka de Delîl Hacî Abdullah diyar kir ku derî 24 saeta û her roj vekiriye. Abdullah dest nîşan kir ku ewê bi awayekî ewle veguhestinan hêsan bikin.  Abdullah wiha wiha berdewam kir: “Rêveberiya Gomirkan wê rojên pêş de zagonek a bazirganiya nok, nîsk û hwd derveyî genim erê dike derxînin.” Bazirganê pez yê bi navê Silêman Mehmûd bal kişand ku veguhestina  sewalan êdî di derî re hêsan bûye û diyar kir ku berê ev veguhestin di riyên qaçax re çêdibû. Mehmûd got ku rakirina bihayê baceya li ser madeyên bazirganiyê nakokiyan derdixe û ji berpirsyaran daxwaza erzankirina baceya gomrikê kir. 

DÊRIK