Endamê Polîtburoya û parlamenterê Tevgera Îslamiya Kurdistanê Şiwan Qeladizêyî got, deriyê di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de divê ji bo gelê Kurd her tim vekirî be. 

Kurdistanê Şiwan Qeladizêyî bi bîr xist ku wan jî wek gelê Başûrê Kurdistanê gelek koçberî, ambargoya aborî dîtine û wiha axivî: “Birayên me li Rojavayê Kurdistanê federasyon îlan kiriye, pêwîst e em alîkariya wan bikin. Her wiha sînoran zêdetir berfireh bikin. Alîkariyê ji bo wan bişînin. Bazirgan hewl bidin ku tiştan bişînin da ku nehêlîn gelê Rojavayê Kurdistanê birsî bimîne. Nabe rê bidin pêngava birsîkirinê li ser Rojavayê Kurdistanê pêk were."

Şiwan Qeladizêyî bang li PDK'ê kir ku deriyê Sêmalkayê veke û got: “Pêwîst e em ji destkeftiyên Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Kurdistanê kêfxweş bin û nabe berjewendiyên me yên taybet hebin, ji ber ku em ne dewletên herêmî ne."

Deriyê Sêmalkayê ku di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de ye, ji 16 Adarê ve ji aliyê PDK’ê ve hatiye girtin. 


 ROJNEWS/HEWLÊR