ÎBRAHÎM ÊZIDÎ / ROJNEWS / ŞENGAL

Korîdora mirovî ya di navbera Rojava û Şengalê de ev demeke dirêj e ku ji aliyê hikûmeta Iraqê ve hatiye girtin. Di 17’ê Gulanê de bi sedan welatiyên Şengalê ji bo vekirina korîdora mirovî çûbûn ser sînor. Welatiyên ku xwepêşandan li dar xist, xwestin korîdor were vekirin. Lê tevî hemû xwepêşandan û nerazîbûnan jî hîna girtiye. Şêniyên Şengalê bang li Hikûmeta Iraqê kir ku soza xwe ya ji bo vekirina korîdora mirovî ya di navbera Rojava û Şengalê de bi cîh bîne.

Soza xwe bicîh bîne

Rêveberê Şaredariya Şengalê Celel Meto, bal kişand ser girîngiya vekirina korîdorê û got, “Me wek şaredariya Şengalê, gelek pêwîstiyên xwe ji Rojava dianîn, rêveberiya Rojava destek dida me û me jî xizmeta gelê xwe dikir. Ji bilî vî deriyî, ti cihên din nînin ku gelê me karibe bi hêsanî pêwîstiyên xwe jê peyde bike. Em dixwazin ku hikûmet vê soza xwe bi cîh bîne.”

Em dixwazin ev derî vebibe

Welatiyê bi navê Xalid Hecî jî got, “Em dixwazin artêş û hikûmet sozên xwe bi cîh bînin. Vekirina korîdorê xwesteka hemû gelê Şengalê ye. Gelek pêwîstiyên me di vî deriyî re peyde dibin. Bi taybet kesên me yên ji destê DAIŞ’ê dihatin rizgarkirin, di vir re hatin derbaskirin, lê niha ev derî ji aliyê artêşa Iraqê ve hatiye girtin, û rê li ber hemû karên mirovî hatiye girtin. Em dixwazin ev derî vebe.”