Nûnerê PYD’ê yê Silêmaniyê Dr. Muhammed Reşo têkildarî rojevên der barê Rojava de ji ajansa me DÎHA re axivî. Reşo diyar kir ku deriyê sînor ê Til Koçer roja Şemiyê hat vekirin û niha tenê destûra alîkariya mirovî, çûnûhatina rojnamevan û heyetan tê dayîn û da xuyakirin ku niha destûra bazirganiyê nayê dayîn. Reşo der barê îdîaya, “Ji bo vekirina Deriyê Sînor ê Til Koçer divê YPG, rêveberiya deriyê sînor radestî wezîfedarên rejîma Sûriyeyê bike” de got: “Ew hêvî û daxwazên kesên ku ev nivîsandine.”

Reşo der heqê gotinên Serokwezîrê Herêma Federal a Kurdistanê Nêçirvan Barzanî de yên PYD şiband rejîma Baas û destûr nayê dayîn hin partiyên din li Rojava siyasetê bikin de wiha axivî, Em destûr nadin kes têkilî karê me yê navxweyî bibe. Ew bi alîgirtiya aliyekî ve hewl didin wê bikin. Li Rojava tê xwestin ku rêveberiyeke demkî bê avakirin û hevpar e. Mudaxeleyeke wiha nayê qebûlkirin. Têkiliya me bi tu dewletan re nîn e. Eger têkiliya hinekan hebe jî alîgirên wan in.”
Rêşo der barê hevdîtinên ENKS û EGRK’ê de jî ev xusûs diyar kirin, “Ji bo tevlîbûna Rêveberiya Demkî wê ENKS û Yekîtiya Siyasî di civîna sibe ya MGRK’ê re aşkera bike.” 
Li ser pirsa ji bo tevlîbûna ENKS’ê ya ji rêveberiya demkî re çi astengî hene Reşo bersiva, “Ji aliyê me ve tu astengî nîn in. Lê di aliyê wan de çi astengî hene em nizanin.”

DÎHA/HEWLÊR  




Asayîşê tirafîkê bi rêve dibe
Hêzên Asayîşa Dêrikê êdî tirafîka bajêr jî bi rêve dibe.
Ji ber ku hejmara tirmpêlên di nava sûka Dêrikê de zêde bûne, hêzên Asayîşa bajêr displîna tirafîkê girt ser xwe. Endamên Asayîşê ku ji bo displîna tirafîkê hatin erkdarkirin saet di 08.00’an de dest bi kar dikin û saet di 13.00’an de dawî li karê xwe tînin. Rayedarên Asayîşê destnîşan kirin ku ji ber ku di saetên sibê de welatiyên ji gundan dadikevin bajêr û ji sûka bajêr pêdiviyên xwe dikirin û di heman demê de xwendekar diçin dibistanan. Ev yek dibe sedema ku qerebalix li nava bajêr zêde dibe. Rayedarên Asayîşê bang li ajokaran kir ku alîkariya wan bikin û li gorî zagonên tirafîkê tevbigerin. Li bajarê Dêrikê Asayîşên Tirafîkê tune ne ji ber vê yekê hêzên Asayîşê rêxistinkirina tirafîka bajêr girt ser xwe.

DÊRIKÊ