Atolyeya ku ji bo astengdaran hat vekirin li Amedê pêngavek yekem e. Mamosteyê Atolyeya Rîtîmê Mustafa Demîr, diyar kir ku armanca wan ew astengiyan li pêş astengdaran rakin û ji bo welatiyên astengdar jiyanek bê asteng pêşkêş bikin. Demîr, anî ziman ku armanc dikin ku welatiyên astengdar xwe astengdar nebînin û nekevin nava derûniya astengdariyê. Demîr, da zanîn ku bi vê armanc û ferasetê ji bo welatiyên astengdar di qada civakî, pîşeyî û hunerî de di nava hewldanan dene û dixwazin qada civakî bi hêz bikin. Demir, destnîşan kir ku di nava astengdaran de komên cuda hene û ji bo her komekê di qad û beşek muzikê de perwerde dikin. Demîr, diyar kir ku li gorî şert û mercên wan û hunerê wan kom bi kom cuda kirine û wan di qadên cuda yên muzikê de perwerde dikin.
Demîr, destnîşan kir ku li gel atolyeya wan nûye rastî eleqeyek mezin tên û beşa muzîkê rastî eleqeyek mezin tê.
Xwendekara Atolyeya Astendara Guhdariyê Fatma Bayram bi zimanê îşaretê û bi riya mamoste Şeyma Yellilerê diyar kir ku berî bê Atolyeya Ritimê tenê ji dibitanê diçû malê û ji malê jî diçû dibistanê, lê niha qadek din di jiyana wê de vebû û ev yek wê kêfxweş dike. Bayram, anî ziman ku tev li atolyeyên folklor, voleybol û Ritimê dibe û ev yek bêtir wê çalak û bi moral dike. Firat Yildiz jî bi hatina atolyeyê kêfxweşiya xwe anî ziman.
AMED