Xwediyê dermanxaneyeke Dêrika Hemko Jonî Hebib diyar kir ku ji ber ambargoya li ser Rojavayê Kurdistanê û astengiyên rêveberiya Başûrê Kurdistanê bê derman mane. Hebîb da zanîn ku bi rêyên qeçax hin kes dermanan derbasî Rojava dikin û hişyarî da ku van dermanên kû bi riya qaçax tên firotin dema wan borî ye û xwest ev neyên bikaranîn.
ANF/DÊRIKA HEMKO
Li Qamişloyê teqîn
Li Qamişloyê pêr bi şev li taxa Westa teqînek rû da û ji ber teqînê gelek mal û dikan ziyan dîtin.
Li bajarê Rojavayê Kurdistanê Qamişlo pêr bi şev li gorî saeta herêmî, di 21.30´an de li taxa Weset teqînek rû da. Di encamê de kuştî û birîndar çênebûn, lê belê mal û dikanên li taxê yên li nêzî ciyê teqînê bûn ziyan dîtin.
Ji şahidên bûyerê Westa Hina Gorcîs yê xwediyê navenda firotin û kirîna xaniyan e da zanîn ku ji ber teqînê gelek cam û pencere şikestin û der barê teqînê de weha got: "Di saetên şevê de ez li nivîsgeha xwe bûm, min du kes li matorê siwar û rû girtî dîtin, kîsekî mezin danîn cihê teqînê, piştî kêmî deqeyekê teqîn pêk hat û ziyan gihişte derdorê.''
Piştî teqînê bi çend deqeyan hêzên ewelekariya sivîl yên kurdan hatin cihê bûyerê û lêpirsîn dan destpêkirin.
Balkêş bû ku di seatên ku teqîn rû da, di navbera nûnerên Meclisa Gel a Rojavayê Kurdistanê û endamên Komîteya Lihevanîna Civakî ya taxa Wista de civînek hatiba lidarxistin. Lê belê ji ber teqînê civîn paşve hate xistin.
ANF/QAMIŞLO