Çeteyên DAIŞ’ê di 2014’ê de êrîşî Şengalê kir û komkujî pêk anî. Bi hezaran Êzidî ji ser xaka xwe penaber bûn û bi hezaran jin, zarok dîl ketin destê çeteyên DAIŞ’ê. Şervanê YBŞ’ê diyar dike ku ev komkujî ji ber nebûna yekîtiya Êzîdiyan çêdibin û gotin yekane tişta dikare pêşiya van komkujiyan bigire, yekîtiya siyasî û leşkerî ya Êzidiya ye. Ji bo vê jî divê gelê Êzidî parçebûnê deynê aliyekî û ji bo berjewendiyên civaka Êzidî bibe yek.
Werin sîwana Êzîdxanê
Şervanê YBŞ’ê Levent Ocalan jî daiyar dike ku Êzidî ji ber baweriya xwe her tim bi êrîşan re rû bi rû mane û wiha pê de diçe: “Her yê ku hatiye ew parçe kirine û neçarî koçberiyê kirine. Pêşengên civaka Êzidî ji bo berjewendiyên xwe timî civaka Êzidî firotine dijmin. Pêwîste civaka me berjewendiyên xwe yên şexsî danin aliyekî, ji bo çêkirina yekîtiya xwe hewldan bikin. Îro li Şengalê gelek komên cûda yên leşkerî hene. Banga me ji bo van ew e ku bên em bibin yek û li dijî dijmin bi hevre şer bikin. Dibin sîwana Êzidxanê de bibin yek.”
NAVENDA NÛÇEYAN