Ehmed Sebrî Elî got, yekane rêya mayînde ya parastina çand û dîroka Kurd heye û ew jî yekîtiya neteweyî ye. Wî bi bîr xist ku êrişên Tirkiyeyê ji bo tinekirina cografya û çanda Kurd in û wiha dewam kir: “Ne tenê ez doza yekîtiya neteweyî dikim. Têr, birçî, dewlemend û feqîr, Kurdên li her devera dinyayê doza yekîtiya neteweyî dikin.”

aNÛDEM TÊKOŞER / QAMIŞLO

Piştî Şoreşa Rojava, Ehmed Sebrî Elî qata jêr a mala xwe veguherandin muzexaneyeke ji bo çanda Kurd. Wî ji çar parçeyên Kurdistanê û ji Ewrûpayê berhemên çandî, hunerî û dîrokî berhev kirin û wan li mala xwe nîşan dide. ew dibêje, armanca wî ew e ku çanda Kurd nede jibîrkirin.

Ehmed Sebrî Elî 63 salî ye. Mala wî li taxa qamişloyê Enteriyê ye. Wî jêrzemîna mala xwe veguherandiye muzexaneyê. Wî navê Muzeya Şehîd Ferhat a Kelepora Kurdî li muzexaneyê kiriye. Herçî berhemên dîrokî û çandî yên di muzexaneyê de ne, wî ji sala 1994´an ve ji her devera çûyê de berhev kirine. Berhemên di muzeyê de ji hezarî bêhtir in. Hin ji berheman peykerên 3 hezar salî ne.

Ji 1994´an ve

Xwediyê muzeyê Ehmed Sebrî Elî ji sala 1994´an ve berhemên entîqe û çandî berhev dike. Ew dibêje, di dema rejîmê de wî nekarî muzexaneyeke li ser çanda Kurd veke. Ew dibêje, bi Şoreşa Rojava re karê wî yê pêşî ew bû ku berhemên bi sebr û kedeke mezin ji Kurdistanê berhev kirine, li muzexaneyekê bîne cem hev.

Ehmed Sebri Elî li ser muzeya Şehîd ferhad dibêje, “Ji bo ku li Muzeya Şehîd Ferhad a li Qamişloyê ji çar parçeyên Kurdistanê berhemên dîrokî hebin, ez her hewl didim. Herçî berhemên di muzeyê de ne, min pirraniya wan ji her devera Rojava berhev kirin. Hin ji berheman ji Bakur in û hinek jî min ji Başûr anîn. Heta min hin berhem jî ji Ewrûpayê dan anîn. Ez hewl didim ku muzeya berhemên Kurdan berfirehtir bibe.“

Ji bo çanda Kurd jî yekîtiya neteweyî lazim e

Ehmed Sebrî Elî got, yekane rêya mayînde ya parastina çand û dîroka Kurd heye û ew jî yekîtiya neteweyî ye. Wî bi bîr xist ku êrişên Tirkiyeyê ji bo tinekirina cografya û çanda Kurd in û wiha dewam kir: “Ne tenê ez doza yekîtiya neteweyî dikim. Têr, birçî, dewlemend û feqîr, Kurdên li her devera dinyayê doza yekîtiya neteweyî dikin.”

Ji bo muzeya xwe jî ditirse

Ehmed Sebrî Elî bi bîr xist ka çawa DAIŞ´ê berhemên li muzexaneya Mûsilê xira kirine û talan kirine û got, artêşa Iraqê jî bi operasyona xwe bi hezaran berhemên dîrokî xira kirin. Wî got, dilê wî bi tinekirina van berhemên mezopotamyayê gelekî şewitiye û tirsa xwe ji êrişkariya dewleta Tirk a heyî jî wiha îfade kir. Ehmed Sebrî Elî got, ji ber êrişên dagirkeriya dewleta Tirk û yên DAIŞ´ê muzeya wî jî di tehlûkeyê de ye. Gava ew van gotinan dike jî kelogirî dibe.

Nifş bi nifş muzeya malbatê

Ew dibêje, ew ê muzeya xwe ji zarokê xwe re bihêle piştî xwe û dixwaze ew jî ji zarokên xwe re bihêlin: “Ez naxwazim çanda Kurd bimire. Çanda Kurd yeke qedîm e. Divê bimîne, mirov bikin ku ew bimîne.”

Ehmed Sebrî Elî herî dawî dibêje, muze ne tenê ya wî ya Kurdistaniyan hemûyan e. Ew dibêje her sal bi hezaran kes diçe serdana muzeyê û di deftera muzeyê de jî xelk hestên xwe parve dinivîsin. Ew dibêje, bê alîkarî bi tena serê xwe wî berhemên di muzeyê de berhev kirine û zarokên wî jî elaqedar in û ew jî berheman berhev dikin.

Eşyayên navdaran jî di muzeyê de ne

Aliyekî din ê balê dibe ser xwe yê muzeyê heye. Ji Rewşen Bedirxanê heta bi Cigerxwînî, eşyayên taybet ên gelek hunermend û rewşenbîrên Kurd jî li muzeyê tên nîşandan. Wekî din ji meşk û eyaran, ji dehol û zirneyan, ji def û tembûran, heta bi merş, berr û peykeran bêhtirî hezar berhemî di muzeyê de tên nîşandan.

Navê biraziyê xwe yê şehîd hildaye

   

Herçî navê Şehîd Ferhad (Sebrî) e ku wî li muzeyê kiriye jî navê biraziyê wî ye. Di dema serhildana 12´ê Adarê ya 2004´an de hêzên rejîmê biraziyê wî Ferhad Sebrî girtine. Ferhad Sebrî di encama êşkenceya lê hatîkirin, 10´ê Nîsana 2004´an şehîd bû. Muzeya Şehîd Ferhat her sal di salvegera şehadeta Ferhad Sebrî de 3 rojan li serdana xelkê tê vekirin. Li quncikeke muzeyê jî wêneyên 52 kesan hatine daliqandin ku di Serhildana Qamişlo de hêzên rejîmê sala 2004´an ew şehîd kiribûn.