Zanyarên Emerîkayê dermanê ji bo şewba Koronayê dan kesên bi riza dilê xwe beşdarî ceribandinê bûne. Dermanê hatiye çêkirin li Navenda Lêkolînê ya Kaiser a eyaleta Washintonê li ser 4 beşdarên bi rizadilî tê ceribandin. Derman pêşî li ser beşdara bi rizadilî Jennifer Haller a ji nişteciha Seattleyê hat ceribandin.

Ajansa nûçeyan Asssociated Press wêneyê ew kêliya dermanceribandinê girt. Beşdara rizadilî Jennifer Haller a weke lehengekê tê dîtin jî weha got: Me xwe gelek bêçare didît. Gelekî baş e ku tiştek heye ez bikim. Zarokên min zêde nerazî bûn û mesele weke tiştekî xwenîşandanê dîtin, lê ez wilo nafikirim.”Dema derzî li Haller dan û ji odeyê derket bi rûkenî got, ez gelekî baş im.

 

NAVENDANÛÇEYAN