Gerîla di demsalên biharê û payîzê de giya kom dikin û ji bo hemû nexweşiyan bi kar tînin. Gerîla Ronak Murad ji bajarê Terpespiya Rojavayê Kurdistanê ye û sala 1988 an tevlî nava refên gerîlayan bûye. Cihê xwe di her xebatekî çiyayan de girtiye û niha jî li ser gerilayên ku jiyana xwe ji dest dane pirtûkan dinivîsîn e. Nivîskareke bi têkiliya xwe ya bi xweza û çiya re pirtûkên xwe dinivîsîne. Ji her giya û fêkiyekî xwezayê fêde dibîne û derman çêdike. Mînak giyayê nîrûbend kom dike û ji kokê wê derman ji bo gelek nexweşiyan çê dike. Ev giya bi taybet di şkandina cihek ê laşê mirovan de tê bikaranîn. Ronak Murad jî li gorî tecrûbeyên xwe fêde ji xwezayê dibîne û bi hevalên xwe re dibe alîkar.
DUNYA PALE/ANF-BEHDÎNAN