Miracaetên qûrsên Kurmancî, Kirmanckî û Soranî yên Komeleya Lêkolînên Kurdî li Stenbolê yên sedema biharê dest pê kir. Kesên dixwazin xwe qeyd bikin, dikarin biçin avahiya komeleyê ya li Ûnkapani û miracaet bikin. Lê mirov dikarin xwe di ser înternetê re qeyd bikin.

Komeleya Kurdî, ligel dersên Kurdî, di heman demê de wê li ser kanala Youtubê jî, dest bi dayîna dersan bike. Ji mamosteyên Kurdî Rênas Yildiz li ser xebatên xwe agahî dan, got: “Em dixwazin derfetên fêrbûna zaravayên Kurdî, pêşkêşî her kesî bikin. Kanala Youtubê bi vê armancê me vekir. Kesên ku dixwazin hînî Kurdî bibin, dikarin xwe qeydî kursên me bikin û bibin aboneyên kanala me ya Youtube.”

Dersên Kurmanciyê wê asta A1, A2 de û her wiha di asta duyê, siyê û çarê de bên dayîn. Dersên Kirmanckî jî wê di asta yekê û duyê de û ya Soranî tenê di asta yekê de bê dayîn. Bernameya saetên dersan li ser malpera komeleyê peyda dibe.

 

STENBOL