BARIŞ BALSEÇER Kurdistan au Feminin (Rengê jin ê Kurdistanê), ji bo kesên bi Fransî dizanin dersên Kurdî yên li ser înternetê dan destpêkirin. Kurdistan au Feminin nûçeyên Kurdistanê û dîasporayê werdigerîne Fransî û nûçeyên taybet çêdike. Tevahiya rêveberên wê jî jin in. Piştî krîza koronayê, niha Kurdistan au Feminin ji bo herkesê bi Fransî dizane û malper û hesabên wan ên medya civakî dişopînin, dersên Kurmancî di ser medya civakî re dan destpêkirin. Hefteyê du rojan ders tê dayîn û ders wê heta 21’ê Gulanê dewam bikin. Elaqeya ji bo dersan jî têra xwe heye. Ji rêveberên malperê Roni Pelga li ser van dersan agahî dan û got, “Pandemiyê tesîr li jiyana me ya civakî kir, lê em fikirîn ku divê em vê bikin firsendek û bi kar bînin.” Di ser medya civakî re û bi weşana zindî Ronî Pelga da zanîn ku wan di ser sepana zoomê ji bo kursê herî zêde kariye cih bidin sed kesî. Ji ber ku beşdarî zêde bûye, wan ders di ser medya civakî re zindî weşandine. Ew vîdeoyên dersê jî di ser kanala xwe ya youtube jî belav dikin û alîkariyê dikin bi wan kesan re ku hez dikin fêrî Kurdî bibin. Pirranî Fransî û ciwan in Nebiyê Dûro dersan dide. Wî berê li Navenda Çanda Kurdî ya Ahmet Kaya berê dersên Fransî dabûn kesên bi Kurdî dizanin. Nebiyê Dûro gelekî razî ye ji dersan. Ew ji beşdarênbi zoomê yên dersanrazî ye ku nîvê wan Fransî ne. Ew dibêje, pirraniya beşdaran ciwan in. Dûra axir ji ber elaqeyê gelekî razî ye. Lê ew dibêje, divê em hilberînên elaqedarî ziman bikin, em wî ji nifşê xwe derbasî nifşê dibin bikin; yan na em ziman tenê bikin “tiştekî pîroz” em wî dikujin. Mirov çawa dikare beşdar bibe? Ronî Pelga, got, her kesê bi Fransî dizane û dixwaze beşdarî dersan bibe, dikare di ser hesabên koma wan ên Facebookê “Kurdistan au féminin”, “Les Kurdes de France, Belgique et Suisse”, “Kurdes européens et leurs amis”, “Kurdistan au féminin2” re beşdarî dersan bibe. Bernameya dersê ji bo kesên bi Fransî dizanin û hîç bi Kurdî nizanin wiha ye: Sêşem: 19:00 - 20:00 (bi saeta Ewrûpa) Pêncşem: 19:00 - 20:00 Şemîi: 19:00 - 20:00 Bernameya dersê ji bo kesên dixwazin Kurdiya xwe baştir bikin (astên A1 û A2) wiha ye: Sêşem: 20:00 - 21:00 (li gorî saeta Ewrûpayê) Pêncşem: 20:00 - 21:00 Şemî: 20:00 - 21:00