19’emîn Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Mûnzûra Dêrsimê di navbera 25 û 28’ê Tîrmehê de bi dirûşma “Xwedî li Dêrsim, bawerî, ziman û çanda wê derkeve, bijî û bide jiyandin” pêk tê. Bernameya mîhrîcanê hat aşkerakirin û her wiha amadekariyên mîhrîcanê hatin temamkirin. Mîhrîcan dê 4 rojan bidome. Di bernameya mîhrîcanê de ji muzîkê bigire heta ekolojiyê, ji felsefeye bigire heta hunerên xweşik, ji şano heta sînemayê, ji kargehên jinan heta kargehên zarokan pêk tê û dê gelek şahî bên lidarxistin.

Komîteya Amadekar xwest ji bo xwedî li derketina Dêrsimê, bawerî, dîrok, çand, ziman û xwezaya wê beşdarî mîhrîcanê bibin.

DÊRSIM