Dildarên ji bo şewata li Dersimê vemirînin çûn herêma qedexe, got: “Dersim siberoja me ye. Em ê bi hemû hêza xwe şewatê vemirînin.”
Li gellek deverên daristana herêma Alîbogazi ya navçeya Xozata Dersimê, ev nêzî du hefteyan e ku şewata ji ber bombebarankirina ji hewayê û bejahiyê ve destpêkirî, dewam dike. Şewat li çar aliyên Dersimê berfireh dibe. Li şûna destwerdana Miduriyeta Daristanan, komên dildar dest werdidin şewatê. Şewata dijwar li sêgoşeya Xozat, Çemîşgezek û Pilîmûriye dewam dike.
Dildar çûn herêma Alîbogaziyê ya 40 sal e qedexe ye û mirin dan çavê xwe û şewatê vedimirînin. Welatî xemgîn in ku xwezaya wan dişewite û bi boneya bi salan e nikarin biçin herêmê jî xemgîn in.
Dixwazin Dersimê tine bikin
Endamê Desteya Rêveberiya Navenda Lêkolînên Dersimê (DAM) Selman Yeşîlgoz got, "Dixwazin tevahiya axa Dersimê tine bikin. Ev 3 roj in em bi komên dildar dixwazin şewatê kontrol bikin. Dersim warê paşeroj û siberoja me ye. Tinekirina vir agir bi dilê me dixe. Tevî ku qedexe ye jî me her tiştî da ber çavê xwe û em şewatê ditefînin.”
Comert Goktur jî got, “Dixwazin bi şewatê herêmê tine bikin. Em bi derfetên xwe kêm mudaxele dikin. Ev şewat me ditirsîne.”
Ekolojîst Nadîr Bulut jî destnîşan kir ku daristan bi qesd tên şewitandin û got, “Daristanên me kezeba me ne. Heta hêza me têrê bike em ê dest werdin. Xwezaya me hebe em jî hene. Dema xweza tine dibe em jî tine dibin. Bila dawî li tinekirina xwezayê bînin.”
DERSIM