Rayedarên dewleta Tirk ji ber ku nikanîn doza azadiya Kurd û Kurdistanê biperçiqînin, vê carê jî dest bi nifir û heqaretê kirin. Pêşketina hişê neteweyî ya Kurdî û helwesta bi neteweyî bertek nîşandanê, tirs xiste dilê wan. Tirsa wan a ji ronîbûn û vejîna nasname, ziman, dîrok û nirxên Kurdî, di gotin û daxuyaniyên wan de xwe bi aşkere nîşan da. Di serî de Serokwezîrê Tirk R.T. Erdogan, rayedarên dewletê fehm kirin ku, Kurd bi gotinên pûç û vala nayên xapandin û her ku diçe xwedî li nirxên xwe yên Kurdewarî derdikevin, ji bo îrade şikestinê nifir li ser nifiran li Kurdan kirin. Bulent Arinç bi gotina,‘Kurdî ne zimanê şaristaniyê ye‘,Wezîrê Perwerdeyê Omer Dînçer bi gotina, ‘Zazakî ne zaravayekî Kurdî ye‘ xwestin zimanê Kurdî ‘bêîtîbar‘ bikin. Erdogan bi her gotina xwe, bi taybetî jî bi pîrozkirina kujerên zarokên Kurd ên Roboskiyê û bi derewan nifir li Kurdan giştan kir. Û hikûmeta AKP‘ê, wekî ku henekên xwe li Kurdan û raya giştî bike, dema ku aktîvîst, şaredar, rojnamevan û parêzerên Kurd tev diavêtin zindanê, bahsa pêşketina demokrasî û mafên mirovan dikir!
Ne tenê AKP, partiya ku xwe mîna sazkar û xwediyê dewletê dibîne CHP jî bi taybetî dema komkujiya Dêrsimê ya li salên 1937-38‘ê kete rojevê, destpêkê pesna qirkirinê û rayedarên dewletê yên ku 60 hezar Kurdên Dêrsimî kuştin dan, paşê jî nifir li serokê berxwedana Dêrsimê Pîr Seyîd Riza kirin. Parlementerê CHP’ê Akîf Hamzaçebî careke din kula Dêrsimê vekir û got, ‘Îtîbara Seyîd Riza tune ye ku dewlet wê şunde bide.‘ Kesên îtîbarê ji dewleta bi dehhezaran Kurd qirkirine dixwaze jî tên naskirin, kesên ku îtîbar ji wan re divê jî…
Sala 2012‘an cara yekê bû ku him Kurdên li welêt him jî yên li Ewropayê dijîn komkujiya Mereşê û ya Roboskiyê bi hev re bibîranîn û doza Dêrsim 37-38’ê bi hev re şopandin. Dewleta Tirk ji her hêlê ve êrîş bir ser Kurdan û nirxên wan ên neteweyî; lê Kurdan jî bi hiş û helwesteke neteweyî bersiva wan da. Kurd him li dîroka xwe û pêşengên xwe yên dîrokî xwedî derketin him jî têkoşîna azadiyê ya hevdemî bi rengên neteweyî xemilandin. Bi kurtasî di sala 2012’an de Kurd xwedî li îtîbara xwe derketin û nehiştin ku kesek zimandirêjiyê li wê bike!..
Serokê BDP Selahattin Demîrtaş di bîranîna komkujiya Roboskiyê de pirr zelal anî ziman: Divê Kurdistana Kurdan hebe ku komkujiyên mîna Roboskiyê nema pêk werin. Bawer dikim ku di sala 2013’an de mijara ‘Kurdistanê‘ wê ji her demê zêdetir rojeva Kurdan û ya raya giştî ya navneteweyî dagire…
Dêrsim-Mereş-Roboskî îtîbara Kurdan û 2013…
Tê gotin ku di demên zor û zehmet de rastiya kesayetiya însanan xwe dide der; hêz û lewazî, rêzdarî û bêrêzbûna wî bi veşartî namîne. Heman tişt ji bo gel û civakan jî werg e... Sala 2012'an ji bo Kurdan wekî saleke pirr dijwar derbas bû. Ji destpêkê heta dawiya salê Kurdan li dijî êrîşên hêzên dewletê li ber xwe dan; têkoşîna mayîn û nemane dan. Kî doza çi dimeşîne, kî bi kê re ye, kî bi doza azadiya gelê xwe re mijûl e û kî ketiye dûv doza neyarên xelkê xwe; ji her demê pirtir aşkere bû. Kurdan di sala 2012’an de him kul û êşên xwe yên berê him jî yên vê demê bi hev re bibîr anîn. Qirkirina Dêrsimê jî, ya Mereşê û Roboskiyê jî ji her demê bi dengtir hate rojevê û doza wan bi hestên neteweyî hate şopandin. Hesabê wan jî bi awayekî neteweyî hate pirskirin. Li Dêrsimê kesên li Mereş û Roboskiyê hatine kuştin hatin bibîranîn, êşa Roboskiyan jî bi ya Dêrsimiyan re bû yek. Û divê ev yek jî neyê jibîrkirin ku; çavê giştan jî bi hev re li ser Rojavayê Kurdistanê bû…