Li hêlekê qirkirina bi hezaran însanan, şewitandin û wêrankirina gund û warên Kurdan û koçberkirin, li hêla din jî asîmîlasyon û qirkirina kulturî...
Dewleta Tirk bi pratîka xwe ya bi dehan salan a tunekirina Kurdan qanî nebûye ku di navbera19-24’ê Kanûna 1978’an vê carê li Mereşê dîsa serî li polîtîkayên xwe yên qirkirinê dide û bi planekî dora 150 Kurdên Elewî dikuje û yê mayî jî bi polîtîkayên cur be cur dide revandin. Îro hejmara Kurdên Mereşî yên ji welat dûr ketine û li derveyî welat bicih bûne, qasî çend caran bi yên li welat mayîn in. Kurd bi hebûn, nirx, ziman û kultura xwe ji Mereşê hatin qewitandin û mal û milkê wan hat talankirin.
Çend roj berê waliyê berê yê Şirnexê yê di sala 1992’yan de li wir walîtî kiriye, Mustafa Malay di derbarê bombebarandina bajêr a di 18’ê Tebaxa 1992’yan de gotiye, "Wê çaxê askeran pirr însanên sivîl kuştin. Min ev ji Ankarayê got, lê tu kes pê elaqadar nebû.” Parlamenterê berê yê Partiya Keda Gel (HEP) Mahmut Alinak jî di derbarê van gotinan de daxuyaniyek da. Alinak, Wezîrê Karên Hundir ê wê çaxê Îsmet Sezgîn ji qirkirinê xeberdar kiriye, lê Sezgîn jê re gotiye; "êrîş ne ya askeran e, berovajî ya PKK’ê ye û ji ber ku hên jî dewam dike, tu kes nikane tiştekî bike.” Alinak pişt re li waliyê Şirnexê digere, lê jê re tê gotin, ku ew çûye qişleya askeriyê û li wir xwe veşartiye. Di ser vê bûyerê re 21 sal derbas bûye; lê hên jî tu doz nehatiye vekirin, tu kes nehatiye darizandin, tu hesap nehatiye pirsîn û kujer jî, feraseta kuştin û qirkirinê jî hên serdest e...
Her wiha di şerê sih salên vê dawiyê de li Kurdistanê rengên jiyanê gişt hatin talankirin û çilmisandin, bi dehhezaran Kurd hatin kuştin, bi hezaran gund hatin şewitandin û bi milyonan kes jî hatin koçberkirin. Û li dijî vê qirkirinê jî ne dozek hat vekirin, ne tu kes hat darizandin û ne jî dewletê ji Kurdan lêborînek xwest.
Û Roboskî... û Gever; şer hebe jî, nebe jî, berxwedanek hebe an nebe; an di karekî rojane, an di merasîmeke bîranînê, an jî di çalakiyeke demokratîk de kuştina Kurdan mîna bûyerên asayî dewam dike... Heman dewlet heman feraset...
Dewleta Tirk vê yekê jî ji xwe re bes nabîne. Êrîş û polîtîkayên tunekirinê bi her awayî dide meşandin. Kî devê xwe vedike, maf û hebûna xwe tîne zimên dixe zindanê; ha kesekî ji xelkê, ha şaredarek, ha parlamenterek...
Dema ku mijar Kurd bin, wê çaxê qanûn, hiqûq, edalet, wijdan gişt bê mane dibin. Ev e biryara dawî ya dadgehên Tirk: Hefteya berê parlamenterê girtî yê CHP’ê Mustafa Balbay hat serbest berdan; lê heman qanûn sewa 5 parlamenterên girtî yên Kurd bêçare ma û parlamenterên BDP’ê nehatin berdan.
Ha dewleta 90 sal berê, ha ya îro! Mustafa Kemal, Îsmet Înonû, Celal Bayar, askerên cuntaya 12 Îlona 1980’yî li hember hebûn û mafên Kurdan kîjan polîtîka meşandine, îro Recep Tayyîp Erdogan jî heman polîtîkayê bi rê ve dibe: Heman dewlet heman hiş û feraset li dar e..
Ji Koçgirî, Palû û Agirî heta Dêrsimê, ji Mereşê heta Şirnex, Roboskî û Geverê ev 90 sal e rewş heman rewş e.
Wê çaxê divê Kurd çi bikin?
Çi dikin bera bikin, lê divê êdî xwe û nirxên xwe nedin kuştin! Bona vê yekê jî berî her tiştî hişyarî û yekîtî, paşê jî di her warê jiyanê û di her qadê civakî de pêşxistina rêxistin û parastinê... Û helbet bi her riyên rewa hesappirsîn!..
Dêrsim, Mereş, Şirnex, Gever...
Rû bi rû mayîna Kurdên xwedî îrade û serbixwê ya bi Komara Tirk a modern re bi qirkirina li Koçgîriyê ya di sala 1921’ê pêk hatî de dest pê dike. Paşê berxwedanên Kurdan ên li hember qirkirinên dewleta Tirk ên heta qirkirina Dêrsimê ya di sala 1938’ê de dewam dike.