Li Dêrsimê û navçeyên wê li 18 herêman şewata ku artêşa dewleta Tirk a dagirker dayî destpêkirin, dewam dike. Li Dêrsimê şewata daristanan ku dewleta Tirk di çarçoweya qirkirina erdnîgariya Kurdistanê de kiriye dewrê, li 18 cihên ser bi Dêrism û navçeyên wê Ovacik, Xozat, Pulumur û Nazimiyê  dewam dike. Nerazîbûna xelkê van navçeyan a li dijî şewatê zêde dibe. Beriya bi çend rojan komek welatiyên ji 50 kesî çû herêma Kutuderesî ya ser bi navendê û hewl da ku şewatê bitefîne. Lê dewleta Tirk ev kom asteng kir.


Herêmên şewata daristanê

Herêmên ku şewat li wan didome yan jî ziyan li wan bûye, ev in:

* Navçeya Ovacikê: Gundê Yaylagunu, daristanên Sepkan û gundê Kozluca.

Gundên ser bi navenda Dersimê: Gundê Saritaş, Geyiksu, Kutudere, Roj Deresî, Balî Deresî.

* Navçeya Xozatê: Herêma Amûtkan, gundê Çakmakli û Dere.

* Navçeya Çemîşgezekê: Çemê Ekerekê.

Navçeya Pulumurê: Gundên Kizilmecît, Kirmizi Kopru, Dereboyu, Uzuntarla.

Navçeya Nazîmiyê: Gundên Dogantaş û Ramadanê.

Bi taybetî jî li herêmên Geyîksu, Roj Deresî û Dogantaşê şewat gur dibe.


Li Licê gundiyan vemirand

Li navçeya Amedê Licê, li bejahiya gundê Dêrxûstê, helîkoptêrên tîpa kobrayê gule reşandibûn, di encamê de agir bi daristanê ketibû. Diyar bû ku gundiyan şewat bi derfetên xwe vemirandiye. 


 DERSIM/AMED