Bernameya 17’emîn Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Munzûrê eşkere bû. Mîhrîcan dê di navbera 27-30’ê Tîrmehê de bi dirûşmeya “Mîhrîcan a gel e, dê ya gel be, ji OHAL û bendavan re na” bê lidarxistin. Komîteya Amadekar a 17’emîn Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Munzûrê bernameya mihrîcanê bi civîneke çapemeniyê eşkere kir. Civîna çapemeniyê li avahiya Platforma Şaxên KESK’ê ya Dêrsimê pêk hat. Di civînê de Serokê Komîteya Amadekar Hidir Demîr axivî û got: “Îsal mîhrîcana me bi şiyara ‘Mîhrîcan a gel e dê ya gel be, ji OHAL û bendavan re na’ tê lidarxistin. Ev yek ji li ser daxwaza gelê Dêrsimê hat aşkerekirin.” Demîr da zanîn ku îsal ji ber tayînkirina qeyûm ne şaredarî ew ê wek sazî û gelê Dêrsimê mîhrîcanê li dar bixin. Demîr xwest ku her kes xwedî li mîhrîcanê derkeve. Demîr dest nîşan kir ku hemû amadekariyên wan temam bûne û îsal jî dê ji bajarên welat û derveyî welat gelek kes bên mîhrîcana wan. Demîr bang li her kesî kir û îşaret pê kir ku pêwîst e ji 7 salî heta 70 saliyan hemû kes xwedî li mîhrîcanê derkeve û wek erka li ser milê xwe bibîne.
DÊRSIM