
Hunermend Xalit Tarî yê di sala 1981’ê de li Gundê Esnelerê yê Qosera Mêrdînê ji dayik bû, ji ber şerê li herêmê di 1994’an de tevî malbata xwe ji neçarî koçî Stenbolê dikin. Tarî diyar dike ku, wan kilamên bavê wî digot tesîr lê kiriye û ji ber vê wî bala xwe daye muzîkê.Tarî û malbata wî piştî ew 6 salan li Stenbolê , di sala 2000’î de vedigerin gundê xwe. Tarî vedigere welatê bêtir bala xwe dide muzîkê.
Albuma wî ya ewil “Sar”
Tarî destnîşan kir ku, li gund her çiqas pir derfetên hunerê tune bin jî, lê ew xwe li wir kêfxweş hîs dike. Hunermedê ciwan diyar kir ku di hunera wî de, li gel dengbêjiyê bandora gelek hunermendên Kurd heye. Tarî diyar dike ku albuma wî “Sar” xebateke 12 salan e û anî ziman ku, muzîk û gotinên, stranên di albumê de aîdî wî ne û got, wî di albuma xwe de ji bo bîranîna helbestkar Arjen Arî 2 helbest jî xwendine.
Newal û Xorto
Di albumê de qet bi navê “Sar”ê tu stranek tune ye û tarî sedema wê wiha diyar dike: “Di hemû stranên vê albumê de, di warê derûnî û hestan de sermahiyek heye. Ji ber vê, min navê ‘Sar’ tercîh kir.” Tarî dibêje wî bi stranên xwe yî ‘Newal’ û ‘Xorto’ behsa têkoşîna 40 salan a gelê Kurd kiriye û wiha didomîne: “Bi ‘Newal’ê re belkî ne bi çavê ciwanekî, lê min xwe bi çavê pîrekê pêkanînên li Kurdistanê vebêjim. Di ser metafora Xorto de jî min xwest hemû pêkanînên ciwanên Kurd ên dijîn vebêjim, windahiyên wan, lehengiyên wek dîrokeke serîhildêr bidim der.”
‘Bila vegerin xwemaliya xwe‘
Tarî balê kişand ser berpirsiyariyên dikevin ser milê hunermendên Kurd û wiha peyivî: “Hunermend, ji ziman û kevneşopiya xwe dûr ketine. Di stranan de zimanê Kurdî bi awayekî sembolîk tê bikaranîn. Divê em ji nifşên nû re, dewlemendî û xweşikahiya vî zimanî vebêjin. Divê di her qadên jiyanê de em xweşikayên vî zimanî derxînin holê û xwedî lê derkevin. Divê bi berhem û gotinên Celadet, Qedrîcan, Baba Tahir, Melayê Cizîr, Ehmedê Xanî, em dewlemendiyên Kurdî ragihînin nifşên nû û Kurdî bi wan bidin hezkirin. Divê vegerin xwemaliya xwe.” Tarî diyar kir ku, divê hunermend ji zimanê populer dûr bikevin û vegerin zimanê bav û kalên xwe.
Haziriya albuma nû
Tarî diyar kir ku, wî ji bo albuma xwe yî nû jî, ev 6 meh e dest bi xebatan kiriye û got, ew ê di nav 2 salan de albuma xwe duyemîn derxîne.
STENBOL