Tirkiye pirsgirêkê kurtir dike
Parlamenterê Partiya Çep Jacob Jonhson, hatina aliyan di Cenevre 2 de wek gavekî erênî û pêşketî dît û got ku divê hêzên navneteweyî ji bo şer bi dawî bibe zextê li aliyan bikin. Jonhson da zanîn ku Kurd li Rojava hêzek in û asteng kirina wan a ji bo beşdariya li Cenevre 2 nayê pejirandin. Jonhson da xuyakirin ku tevî Tirkiye înkar dike ku alîkariyê dide komên El Qaîdeyê jî, bi alîkariya welatên weke Erebîstana Sûdî û Tirkiyê ya komên El Qaîdeyê şerê li Sûriyeyê hin zêdetir aloz dikin.
Lîdera Partiya Demokratîk a Karkeran a ku di sala 1990’an de cîgirtiya Serokwezîr û Wezîra Xebatê birêve birî Mona Sahlin der barê mijarê de got ku Kurd li Rojava xwedî hêzekî girîng in û pêwîste ew bi xwe qedera xwe diyar bikin. Sahlin got, “em alîgirê vê yekê ne ku di konferansa Cenevre 2 de xwe bi temsîl bikin.”
Divê Kurd beşdar bibin
Berdevkê Polîtîka Derve ya Partiya Gel û Serokê Komîteya Kurd Fredrîk Malm ê ku li parlamentê di asta parlamenteriyê de 7 partiyên siyasî temsîl dike got ku Kurd li Sûriyê hem di warê civakî de hem jî di warê leşkerî de xwedî hêz in û li herêma xwe aramî parastine, ji bo ku mafên xwe ewle bin pêwîste beşdarî konferansa ku wê pêşeroja Sûriyeyê diyar dike bibin. Malm da xuyakirin ku dervehiştina PYD ya ku li Rojava xwediyê girseyeke mezin e û Desteya Bilind a Kurd, şaşitiyeke mezin e û diyar kir ku Kurd li Sûriyê ji derveyî Esad û Konseya Neteweyî ya Sûriyeyê hêza sêyemîne û eger Kurd li derve bê hiştin wê aramî û aştî pêk neyê.
Namzetê Partiya Keskan a Hawirdorê yê ji bo hilbijartinên meha Gulanê yê Parlamena Ewrûpayê, Nîvîskar û Rojnamevan Kurdo Baksî ragihand ku ew dervehiştina Kurdan a Cenevre-2, piştî Lozanê weke xiyaneta navneteweyî ya li hemberî Kurdan dibîne û got, “Kurd ne dikarin aliyê Esad ne jî di nava mûxalefeta El Qaîdeyê de cih bigrin. Her du alî jî êrîşî Kurdan dikin. Ez gotinên cîhana derve ya ‘bila Kurd di nava mûxalefetê de cih bigirin û beşdar bibin’ şaş dibÎnim. Şandeke serbixwe ya ku Kurdan temsîl dike pêwîst e. Niha li Sûriyeyê Tevgera Kurdan ya bi hêz û xwediyê parastina axa xwe heye.”
Baksî diyar kir ku pêwîste mirov reşbîn nebe û pirsgirêka nebeşdarbûna Kurdan a Cenevre 2 neyê çareserkirin, ev konferans jî wê weke yên din bin û wiha axivî “Astengiya nebeşdarbûna Kurdan a Cenevre 2 yê, nîşanda ku xebatên Kurdan têre nekirîne. Divê mirov ji vê yekê ders bigre. Li her aliyê cihanê dost û Kurd divê lobiyên nû pêkwerin, divê çapemenî û siyasetmedar lez bidin xebatê.”
MÛRAT KÛSEYRÎ / ANF/STOCKHOLM