Hejmara Sêyem a Derwaze, kovara Kurdî ji bo zanistên civakî û mirovî derçû. Divê hejmarê de du gotarên lêkolînî hene, yek jê ya Suat Baran e; wî xwendineke Lancanyen kiriye li ser bêhizuriya bavan di edebiyata Kurdî de û li “Rastiya di Fantaziyê de” geriyaye. Yilmaz Ozdîl jî bi “Peywendiya Dîroka Polîtîk û Sînemaya Kurdî” daketiye û nihêrîneke li filma Reşeba pêşkêş dike.
Weke ji metnên esasî jî, wergereke gotara Edward Saidî heye ku weke “Destpêk” bo Orientalismê hatiye wergerandin.
Wekî din Metin Yuksel, Ergin Opengin, Mesûrd Serfiraz, Yaşar Kaplan jî bi gotarên xwe vê hejmarê dewlemend dikin. Wekî din di bin navê Berhemakanî Emîr Hesenpûr, de nivîseke wî bi Soranî ya bi navê “Geştek be nêw Adalar Sahilinde da” jî heye. Di vê hejmarê de gelek nirxandinên pirtûkan jî cih digirin
NAVENDA NÛÇEYAN