
Hevserokê HDP’ê Selahaddîn Demîrtaş û Parlementer Abdullah Zeydan ji Navenda Giştî ya HDP’ê re mesaj şandin û wiha gotin: “Ji ber ku Midûrê Girtîgeha Edîrneyê xwe nade ber diyalogê, bi rengekî dij bi hiqûqê tevdigere, kiryarên li derveyî mirovahiyê li ser girtiyên din ferz dike û ji bo bidawîbûna grevên birçîbûnê yên bi rojan e dewam dikin ti gavek ji bo başiyê navêtiye, em jî ji roja Înê û pê ve dikevin greva birçîbûnê. Em bang li raya giştî dikin ku haya xwe ji grevên birçîbûnê û binpêkirina mafên mirovan ên li girtîgehan hebe û bi berpirsyarî rabe."
Tûncel: Piştgiriyê bidin çalakiyê
Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tûncel jî ragihand, ku ew jî dest bi greva birçîbûnê dike. Di peyama Hevseroka Giştî ya DBP'ê Tûncel de hat gotin, "Grevên birçîbûnê, ku ji bo rakirina tecrîda giran a li ser Birêz Ocalan, destpêkirina diyalog û danûstandinê, bidawîkirina binpêkirina mafên mirovan ên li girtîgehan û qedandina zextên li gundan bi rengekî bêdem-bêdorveger li girtîgehan hatin destpêkirin, di asteke krîtîk de ne. Gelekî girîng e ku rêxistinên mafên mirovan, hêzên demokratîk, partiyên siyasî û gelê me li pêşberî grevên birçîbûnê yên li girtîgehan bêdeng nemînin û ji bo bersiv ji van daxwazên demokratîk re bê dayîn, bala raya giştî ya demokratîk bikişîne ser mijarê. Di navbera 1-5'ê Nîsanê de ez ê tevî komek ji hevalên xwe, ji bo bersiv ji van daxwazan re bê dayîn, li Girtîgeha Hejmara 9. a Sîlîvriyê bikevin greva birçîbûnê."
NAVENDA NÛÇEYAN