Bi pêşengiya Hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP´ê ya Colemêrgê, Leyla Guven grevên birçîbûnê bi armanca bi dawîkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li hepsan, Strabourgê, Hewlêr û heta Torontoyê dewam dikin. Çalakiya Guven bixwe îro di roja 93´yan de ye,

Çalakiya Endamê Meclîsa HDP’ê Nasir Yagiz a li Hewlerê bi heman armancê di roja 80’yî de dewam dike.  Çalakiya grevê ya 14 çalakgerên li Strasbaurg û ya Îmam Şîş a li Welatê Galiyan jî di roja 54’an de, çalakiya koma ewil a hepsiyan ku di 16’ê Kanûnê de dest pê kir di roja 55’an de dewam dike. Niha li Girtîgehan zêdetirî 291 girtiyên siyasî di greva birçîbûnê ya bê dawî û nedorveger de ne.  Hevserokê HDP´ê Sezaî Temellî ji bo Leyla Guven pêşengê têkoşîna wan li dijî tecrîdkirina Ocalan û pê re jî tevahiya welêt. Li aliyê din, nobeta parlamenterên HDP´ê kete roja 9´an li avahiya KCD´ê ya li Amedê. Parlamenterên HDP´ê Meral Daniş Bêştaş û Serpîl Kemalbayê doh nobet dewr girt.

Leyla pêşenga têkoşînê ye

Partiya Demorkatîk a Gelan (HDP) li Enqereyê civîna hevserokên rêxistinên bajaran li dar xist. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî jî beşdarî civînê bû û axivî.  Temellî diyar kir ku bi tecrîdkirina Ocalan re welat bi temamî hatiye tecrîdkirin û got: “Ji 5’ê Nîsana 2015’an ve em balê dikişînin ser tecrîdê. Me got, heta ku tecrîda li Îmraliyê bidome wê ev welat ji hiqûqê, ji edaletê dûr bikeve û gotinên me jî mixabin piştrast bûn.”

Temellî got tevî bêhiqûqiya giran jî ew têkoşîna xwe didomînin û Hevseroka KCD’ê û parlamentera partiya wan Leyla Guven li refên herî pêş ên vê têkoşînê ye: “Rewşa Leyla Guven ketiye qonaxeke gelekî krîtîk e. Ev yek dibe ku rê li ber encamên giran ên ne mumkin e bên telafîkirin, veke. Lewma, divê em dereng nemînin û bi berpirsyariya xwe rabin. Ji bo dengê Leyla Guven li her derê bê bihîstin, divê em bi wezîfeya xwe rabin. Xemsariya (hikûmeta Tirk) li greva birçîbûnê pirsgirêkan ne tenê mezin dike, hevalên me yên di greva birçîbûnê de dixe nava rîskê. Heger rewşeke nebaş biqewime wê desthilatdarî ji vê yekê berpirsyar be.”

Talankirina edaletê 

Temellî got, desthilatdariya dewleta Tirk hiqûqê talan dike û wiha pêde çû: “Daxwaz eşkere ye. Divê Birêz Ocalan karibe bi rêk û pêk malbat û parêzerên xwe bibîne. Nedîtina vê daxwazê talankirina hiqûq û edaletê ye.”

Temellî da zanîn ku tevî Leyla Guven, zêdeyî 300 girtiyên li girtîgehên Tirkiyeyê ev 55 roj in di greva birçîbûnê de ne, di nava şert û mercên xirab de ne, êşkence li wan tê kirin û xwest dawî li pêkanînên nebaş ên li girtîgehan bê anîn.

Temellî çalakgerên greva birçîbûnê yên li Strasbourgê û Sebahat Tûncel, Selma Irmak û hemû çalakgerên greva birçîbûnê silav kirin.

Temellî got, dadgerî bi fermanên ji Qesra Erdogan biryaran dide û got, “Bêhiqûqî li her derê bi cih bûye, civak bêdeng e û ev bêdengî cihê tirs û fikaran e. Ez bang li alîgirên demokrasî, aştî, azadî, edalet û mirovên xwedî wijdan dikim. Em dikarin dawî li vê rewşê bînin. Ji bo vê jî em guh bidin wijdanê xwe.”

Nobet di roja 9´an de ye

Çalakiya nobetê ya wekîlên HDP’ê ya li avahiya KCD’ê ji bo piştevaniya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven û girtiyên çalakger ên greva birçîbûnê a li dijî tecrîdkirina Ocalan, di roja 9’an de dewam dike. Parlementera HDP’ê ya Izmîrê Serpîl Kemalbay û Parlementera Sêrtê ya HDP´ê Meral Daniş Beştaş çalakiya nobetê ya doh dewr girt. Gelek welatiyên bajêr û namzetên Hevşaredariya Hezro yên HDP’ê çûn serdana çalakiya nobetê.

 

NAVENDANÛÇEYAN