Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî, piştî serdana Qersê doh çû navçeya Dîgorê û ji wir jî derbasî Mûşê bû. Temelî û heyeta pê re, di ketina Mûşê de ji aliyê sedan kesî ve hat peşwazîkirin.

Li dijî hişmendiya faşîst 

Temellî, di destpêka axaftina xwe de û bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven û got, Guven ev 42 roj in di grevê de ye. Bi beden, vîn û sekna xwe li dijî hişmendiya faşist li ber xwe dide. Divê gelê Tirkiye û hemû rêxistinên demokratîk li hemberî Leyla Guven hestiyar tev bigerin. Werin em bi hev re li vê têkoşîna aştiyê xwedî derkevin. Guh bidin daxwazên Leyla Guvenê.“

Em dest ji têkoşînê bernadin

Temellî, li ser tecrîdkirina Ocalan jî got, “Em ê bi têkoşînê dawî li tecrîdê bînin. Heger civakek bi edalet tê xwestin, wê demê divê bi lez tecrîd bê rakirin. Erdogan dibêje, ‘Çareserî tine ye’ Em jî dibêjin, jixwe em tiştekî ji te hêvî nakin. Di demeke nêzîk de Tirkiye dê ji vê siyasetê rizgar bibe. Siyaseteke nû tê. Em ê bi van gavên bi hêz li Gimgim, Wan, Mûş, Qers, Botan, Izmir û Antalyayê jî bi hevre gavên mezin biavêjin. Niha li Tirkiyeyê bi hezaran endamên me girtî ne. Hevalên me tevî van binpêkirinan hemûyan têkoşîna hiqûqê dimeşînin. Em dest ji têkoşînê bernadin.”

Ji şer re bêjin na!

Sesazî Temellî herî dawî polîtikayên AKP’ê yên şer jî rexne kirin û got, “Kengî hilbijartin nêzîk bibe îqtîdara AKP’ê bi xwîna Kurdan dikeve hilbijartinê. Divê em destûrê nedin vê yekê. Ez bang li nûner û rêveberên Rêxistinên Civakî, jin û ciwanan dikim. Divê her kes ji şer re bibêje na, û li vî welati xwedî derkeve.”

 

MA/MUŞ