HDK-E, bi şîara “Dest nede vîna gel û wekîlên min”, “Em xwedî li wekîlên xwe, îradeya xwe derkevin! Li dijî faşîzmê mil bi mil” li ber gara navendî ya Dusseldorfê mîtîngek li dar xist.
Mîtînga Kongreya Demokratîk a Gelan-Ewropa (HDK-A) yê êvarê dest pê kir, û gel her tim dirûşmeyên “Kurdistan wê bibe Goristan ji bo Faşîstan” û “Bijî HDP” gotin.
Bi sedan Kurdistaniyan li ber gara navendî ya Dusseldorfê got, “Dest nede vîna min.”
Di mîtîngê de li ser navê Hewldana HDK-A Dusseldorfê Kemal Kiran, Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (NCDK) a li Dusseldorfê Haydar Aslan gotin, heta dawî ew ê xwedî li wekîlên xwe derkevin.
Em hemû HDP´î ne
Li bajarê Almanya Munîxê jî çalakiya “Dest nede vîn û dengê min’ hate lidarxistin. Di çalakiyê de darbeya Qesrê ya li dijî HDP’ê jî hate protestokirin. NCDK ya Munîxê çalakî li pêşiya Sefaretxneya dewleta Tirk li dar xist, û Kurdistanî û dostên wan jî beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankarta li ser nivîsandî “Dest nede vîna min” hat hilgirtin. Di çalakiyê de Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Zurîxê Zafer Kargol axivî û diyar kir ku ew ê piştgiriyê bidin wekîlên ku li hember zilma Qesrê têdikoşin û bang li her kesî kir da ku xwedî li HDP’ê derkevin. Karagol anî ziman ku gelê Kurd wê li hember qetlîam, qirkirin û polîtîkayên helandinê têkoşîna xwe bênavber bidomîne. Çalakî bi dirûşmeyên “Em hemû HDP’î ne”, “Faşîst Erdogan”, “Kujer Erdogan”, “Kurdistan wê bibe Goristan ji bo Faşîstan” û “Bijî Piştevaniya Navneteweyî” bi dawî bû.
Kurd kurdê berê nînin
Li Frankfûrtê, bi dirûşma “Dest nede vîna gel û dest nede parlamenterên min” çalakî hat li dar xistin û pê hewldana tesfiyekirina HDP’ê hat şermezarkirin. Çalakî li ber Konsolosxaneya Tirk hat lidarxistin û endamê NCDK´ê Mehmet Emîn Yildiz li wir axivî, pêvajoya DEP’ê bi bîr xist û got, “Kurd êdî Kurdên berê nînin.”
Yildiz her weha banga kombûna di bin sîwanê HDK Ewropayê de jî kir.
Li bajarê Hannoverê jî li ser banga HDK Ewropayê, girseya gel li ber Konsolosxaneya Tirk kom bû û bi qasî 200 kesî tevlî bûn. Di çalakiyê de belavok hatin belavkirin. Piştî axaftinan çalakî bi gotina dirûşmên “Bijî HDP”, “Kujer Erdogan”, “Faşîst TC” bi dawî bû.
NAVENDA NÛÇEYAN