Navenda Lêkolîn û Restorekirina Muzeyan a Fransayê (C2RMF) bi hevkariya Mûzeya Louvreê ya li paytexta welêt Parîsê, hîna nû tê derxist ku tiliya mezin (a di koleksiyona Campana de) ya a destê mezin ê dêwane ê Costantine (piştî mîladê 330) bûye. Ev dest berê parçeyek ji peykerekî mezin bûye ku îro seriyek, ev dest û ev tilî jê mane. Ev serê dêwane li Muzeya sereke ya li paytexta Îtalyayê Romayê Musei Capitolini ye. Ji îna bihurî ve, ev destê hanê û serê wî hatin cem hev û li muzexaneyê bi hev re tên pêşandan. Peyker bi temamî ji bronzê hatiye çêkirin û tesîreke dêwbûnê, li kesên lê temaşe dikin dike. n ROMA