Faris Herbo: Em peyama Ocalan bi qedir û dîrokî dibînin. Heta em tifaqa xwe çênekin, em ê ji fermanan rizgar nebin. Bi rêxistin û berxwedanê wê her tim destana Derwêşê Evdî li Şengalê zindî bimîne.

Hevserokê Desteya Rêveber a Meclîsa Şengalê Faris Herbo peyama Rêber Abdullah Ocalan a ji bo civaka Êzîdî nirxand.

Faris Herbo diyar kir ku Peyama Ocalan ji bo Êzidiyan xwedî wateyeke dîrokî ye û got; ”Hevdîtinên bi Rêber Abdullah Ocalan re gelekî hêja ne. Nameya ku Birêz Ocalan nivîsî civaka Êzidî û saziyên Êzidî kêfxweş kir. Ji bo me Êzidiyan dîrokeke nû tê nivîsandin. Di vê pêvajoyê de Rêber Apo xwedî li civaka Êzidî derket û bi berpirsyarî tevgeriya. Civaka Êzidî di qonaxeke mezin re derbas bû. Ji ber çand, Bawerî û zimanê me gelek komkujî û ferman bi ser me de hatin. Em baş dizanin ku azadiya Êzidxanê yek ji xeyalên Rêber Apo ye.”

Em ê gelê xwe biparêzin

Herbo di dewama axaftina xwe de balkişand ser rewşa civaka Êzîdî û got;”Cihê teslîmiyetê li nava civaka Êzidî nîne. Fermanên ku li civaka Êzidiyan hatine rakirin, ji bo pêşîgirtina li rêxistinbûna civakê bûn. Rê nedidan ku rêberek, û fikreke azad ji bo civakê derkeve holê. Ev guhertinên ku li herêmê pêk hatin, bi taybetî di salên 1990 û dîsa piştî sala 1997’an nêrînên Serokatî gihiştin civaka Êzidî. Di wan nêrînan de derket holê ku pêwîstiya civaka Êzidî bi rêxistinkirinê heye. Her wiha pêwîstî bi xweparastinê heye. Hêzên desthilatdar ên herêmî rê nedidan ku civaka Şengalê xwe bi rêxistin bike, rê nedidan pêşeng û tevgera azadiyê pêşî li fermanan bigirin.

Serokatî em hişyar kiribûn

Hevserokê Desteya Rêveber a Meclîsa Şengalê Faris Herbo hişyariyên Ocalan yên der barê rewşa civakê de jî bi bîrxist û got: ”Piştî li Iraqê rejîma Seddam Huseyîn hate hilweşandin, li herêma Şengal û Êzidxanê hinekî civak hişyar bû. Deshilatdarên heremê her tim ji bo xwerêxistinkirinê destûr nedidan. Ji ber teqîna Sêba Xidir û Til Êzir çêbû, di wê demê de jî Serokatî em hişyar kiribû. Wê demê El-Qaide li Iraqê xurt bû. Dixwestin civaka Êzidxanê tune bikin. Li ser civaka Êzidxanê heta 2014’an desthilatdariyek hebû. Hikûmeta Başûrê Kurdistanê li ser Şengalê serwer û desthilat bû. Bi rojekê jî derfet ne didan ku civaka Êzidxanê xwe rêxistin bike, tevî ku DAÎŞ sala 2014’an li heremê belav dibû, dema ku diket Mûsil, Tel-Aferê her der dagir kir.”

Êdî Şengal xwedî hêze

Faris Herbo herî dawî destana Derwêşê Evdî û peyama Ocalan a ji bo civaka Êzidxanê jî nirxand û got: “Dema ku DAÎŞ kete Şengalê, bi pêşengtiya 12 siwariyan li Şengalê lehengiyên mezin hate kirin. Piştî fermana li Şengalê civaka Êzidî xwe bi rêxistin kir. Hêza leşkerî hate avakirin, gelek sazî û dezgeh hatin avakirin. Ji bo careke din ferman pêk neyê û bi hezaran jin, zarokên Êzidî neyên revandin, piştî fermanê bi tevlîbûna keç û Xortên Êzidxanê Hêzên Parastinê yên Yekîneyên Berxwedana Şengal (YBŞ) Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) hate avakirin. Bi sedan keç û xortên Kurdistanî li dijî DAÎŞ’ê şer kirin, berxwedaneke dîrokî raber kirin. Ev berxwedan heta rizgarkirina Reqa û Dêra Zorê dewam kir. Ji bo Şengalê berxwedana ku hate kirin di roja me ya îro de ya ku Rêber Ocalan behsê dike, ev rastî ye.”

Bi qedir û dîrokî dibînin

Faris Herbo di dawî de girêdana xelkê Şengalê ya bi Ocalan re wiha anî ziman:”Em peyama Ocalan bi qedir û dîrokî dibînin. Em civaka Êzidî heta tifaqa xwe çênekin heta xwe birêxistin nekin, em ê ji fermanan rizgar nebin. Em civaka Êzidî divê vîna xwe ya civakî, siyasî û ji bo xweseriya Şengalê xurtir bikin. Em dixwazin xewn û xeyalên Rêbertî di Şengaleke azad de pêk bînin. Di peyama Rêber Ocalan de tişta balkêş destana Derwêşê Evdî ye. Di roja me de destana Derwêşê Evdî tê zindîkirin. Bi rêxistin û berxwedanê wê her tim desta Derwêşê Evdî ya li Şengalê zindî bimîne.”

 

NAVENDA NÛÇEYAN