
Li seranserê Kurdistan û Tirkiyeyê bi pîrozbahiyên bêhempa yên Newrozê bi pêşengiya gelê Kurd, gelên Tirkiyeyê peyama ku wê rê nede faşîzmê gihande dost û dijminan. Amed a ku AKP’ê bi polîtîkayên zilmê yên meşandin hêvî dikir Newrozeke ji rêzê pêk were careke din piştrast kir ku dilê Kurdistanê ye û ji salên borî jî mezintir coş û beşdariya Newrozê pêk anî.
Ligel zext û astengiyên polîsan, Newroza Amedê ya dîrokî ya ku bi sed hezaran kes beşdar bûn, bi coş tê pîrozkirin. Li hemberî referandûma 16’ê Nîsanê qadê rengê xwe jî da diyar kirin û sloganên 'Na' ji qadê qet kêm nebûn. Jinên ku wê di referandûmê de bibêjin ‘Na’ bi etekên xwe yên kesk û sor û zer û li ser wê “Na” hatibû nivîsandin govend gerandin û peyama referandûmê dan.
L qadê sloganên “Bijî Serok Apo”, “Bijî Newroz”, “PKK gel e, gel li vir e” bilind bûn.
Di qadê de kal û pîran jî xwe dan kêleka ciwanan û govend gerandin.
Li platformê posterê Çiyager (Cîhat Turkan) ê YPS’yî yê li Sûrê şehîd ket ligel gotina wî ya "Encam çi dibe bila bibe, ya dawî wê mûhteşem be" û posterê Hevserokê Meclîsa Gel ê Cizîrê Mehmet Tûnç ligel gotina wî ya "Me li ber xwe da, me çok nedan erdê, bi me serbilind bin" hate daleqandin. Siyasetmedar û kesayetên di Newroza Amedê de axifîn peyama; “Berdel çi dibe bila bibe wê gelê Kurd bi ser bikeve“ dan.
Her der Nerwoz her der azadî
Li seranserê Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê pîrozbahiyên bi coş ên Newrozê pêk hatin.
Deh hezarên kes beşdarî Newroz Cizîra Botan bûn û sloganên “Bijî berxwedana Cizîrê!“ qîriyan.
Newroz li Wanê, li qada Newrozê ya li kêleka Keleha Wanê ya dîrokî ji aliyê deh hezaran kesî ve hat pîrozkirin.
Li Colemêrgê welatiyên ku serê sibehê ji taxan bi cilên xwe yên neteweyî herikîn qada Newrozê, Otogara Şaredariyê tijî kirin. Bi hezaran kesên bi muzîkê govend gerandin.
Bi hezaran welatiyên li Qada Îstasyonê ya Mûşê li hevkom bûn, bi sirûda “Em ê teqez biserkevin” Newroz pîroz kirin.
Bi hezaran welatiyên Bedlîsê bi alên Na herikîn qada Gok a Newrozê. Pîrozbahî bi govenda li ber stranên hunermend Ayfer Duzdaş û Veysî Ermîş hat gerandin bi dawî bû.
Gel li Agiriyê serê sibehê bi rengên xwe herikîn qadê û govend gerandin. Ligel sermayê ji 7 salî heta 70 salî gel bi rêzgirtinê dest bi pîrozbahiyê kir. Dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe" "Ji yek zilam re Na". Piştre hevseroka HDP'ê Olcay Ozturk gel silav kir.
Ligel ku polîsan astengî derxistin jî, bi hezaran kesî li navçeya Qoser a bi ser Mêrdînê Newroz pîroz kirin. Di pîrozbahiyê de peyamên Hevserokên Giştî yên HDP’ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî hatin xwendin, jinên ku bênavber dilîlandin bi stranên Koma Ûgur Nemir govend gerandin.
Ji bo pîrozbahiya li navçeya Şehîd Kamîl a Dîlokê, şêniyên Dîlokê danê sibehê berê xwe dan Qada Otobusan a Tûr. Qada Newrozê bi alên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û afîşên 'Newroz pîroz be' hat xemilandin. Jinan jî bi kincên xwe yên gelêrî reng dan pîrozbahiyê. Tevî astengî û provokasyonên polîsan jî, girseya gel xwe gihand qada pîrozbahiyê.
Li Semsûrê Newroz li qada Newrozê ya Xaçerêya Mizgeftê ya Gurbuzcan a Rêya Derdorê dest pê kir. Gel bi cil û bergên netewî tevlî Newroza bi dirûşma ‘Teqez em ê bi ser bikevin’ bû.
Li navçeya Akdenîz a Mersînê bi deh hezaran kes li qada Tirmil a Newroze kom bûn û Newroz pîroz kirin. Bi deh hezaran li gel astengiyên polîsan bi alên HDP'ê yên ku "Na" li ser nivîsandibûn derbasî qada Newrozê bûn.
Li navçeya Skenderûn a Hatayê navnîşana Newrozê li qada vala ya li Taxa Yildirimpaşayê bû. Bi hezaran kes li Qada Newrozê kom bûn û dirûşmên “Bijî Newroz” û “Bi Berxwedanê Em ê Bi Ser Bikevin” qîr bikin.
Di pêşengtiya HDP’ê de bi dirûşma “Em ê bi teqez bi ser bikevin” agirê Newrozê li Konyayê hate pêxistin. Bi hezaran gel li Sûka Cûma a navçeya Selçûklû ya Konyayê bi gerandina govend û dirûşman ve Newroz pîroz kir.
Li Îzmîr, Mûgla û Manîsayê gel agirê Newroza bi dirûşma "Em ê teqez bi ser kevin" hate pêxistin. Li Aydinê li gel astengiya walîtiyê ya di deqeya dawî de gel bi însiyatîfa xwe wê cejna xwe pîroz bike. Li herêma Egeyê bi hezaran kes li Îzmîr, Mugla û Manîsayê herikîn qadên Newrozê. Li Aydinê walîtiyê di deweya dawî de pîrozbahî qedexe kir.
Li Sêrtê gel bi cilên xwe yên neteweyî serê sibehê ji malên xwe derketin û ber qada Newrozê ya li ser riya Dihê ve herikin. Jibilî navçeya navendî, navçeyên din, gund û bajarokan gel hatin qada Newrozê. Qad bi alên HDP û DBP'ê ve hatin xemilandin. Di saetên pêş de dê agir bê pêxistin.
Li Êlihê jî welatiyên ku li taxan hatin cem hev kom bi kom ber bi qadê ve meşiyan. Bi hezaran êlihî ji 3 baskan ber bi qadê ve meşiyan û ji lêgerînê hatin derbaskirin û ketin qadê. Welatiyên ku ketin qadê dest bi govendê kirin.
Li Qada Seyîd Riza ya Dersimê ligel hemû astengiyên ku hatin kirin gel ji malên xwe derketin û ber bi qadê ve ketin rê. Ji navçeyan jî gelek kes ji bo Neworê hatin navenda bajar.
Bi deh hezaran kes tevlî pîrozbahiya Newrozê ya li Stenbolê bûn. Di pîrozbahiyê de ev mesaj hat dayîn: "Li dijî hemû zextan, bindest, gel, karker û kedkar wê li hev bicivin û bi ser bikevin."
Polîsên Tirk bi wesayîtên zirxî ketin nava qada Newrozê ya li Geverê û bi xwarina gefa "Em ê nehêlin hûn Newrozê pîroz bikin" bi bombeyên gazê êrîşî Kurdistaniyan kirin. Di bûyerê de 3 kes birîndar bûn, zêdeyî 10 kes hatin binçavkirin.
Li Edeneyê ligel dorpêça polîsan jî gel agirê Newrozê vêxistin û Newroz pîroz kirin.
NAVENDA NÛÇEYAN