Girtiyê nexweş Ridvan Taniş ê ku nexweşîya epîlepsiyê lê peyde bûye û gelek caran bi edrê dikeve, bi nameyekê da zanîn ku bi awayekî kelemçekirî diranê wî hatiye emeliyatkirin û di dema emeliyatê de bazenda wî şikiyaye. 

Girtiyê bi navê Ridvan Taniş ê li Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê ragirtî ye, nameyek şand û di nameyê de bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehê. Taniş di nameya xwe de got, muayenekirina bi awayekî kelemçekirî li ser wî hatiye ferzkirin û ji ber vê ew birîndar bûye. 

Girtiyê siyasî Taniş, di nameya xwe de got: “Bi rastî jî em di rewşeke wisa aloz de dijîn, ne diyar e ka kengî çi wê bê serê me. Hevalên hêja min vê hefteyê daxwazname şandibû; ji bo biçim bijîşkê diranan û sewqa nexweşxaneyê. Di dema emeliyata diranan de kelemçe li ser min ferz kirin û ji bilî vê çareyeke min tine bû. Meha bihurî (...) ev bûyer qewimî û di dema emeliyatê de bi tayê ketim û ji ber vê destê min ê çepê di zendê re şikiya. Ji ber ku destê min kelemçekirî bû. Min naşînin revîrê.” 

Di Rapora Desteya Tenduristiyê ya ji bo Tanişê 24 salî de tê diyarkirin ku nexweşîya epîlepsiyê û astimê pê re heye. Di raporê de tê diyarkirin ku “bi tena serê xwe dikare di girtîgehê de bimîne.” Sekreterê Giştî yê Komeleya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (THÎV) Metîn Bakkalci bi bîr xist ku ferzkirina muayena kelemçekirî li dijî rûmeta mirovahiyê ye û divê der barê kesên ku ev yek kirî de lêpirsîneke lezgîn bê destpêkirin. Bakkalci go, ji bo hemû girtiyan çi hikumxwar û çi jî girtî, mafê peywendî danînê mafê wan ê sereke ye û divê ti cudatî xwe nedin der. Bakkalci dest nîşan kir ku di tu şert û mercan de muayeneya bi kelemçe û xizmeteke tibî nayên ber hev û divê der barê kesên ku herduyan tînin gel hev de lêpirsîneke bi tesîr bê destpêkirin. 


MA / ENQERE