Wezareta Dadê ya dewleta Tirk ku weke amûreke êşkencê û zilmê dixebite, niha li dijî çalakgerê greva birçîbûnê ya Strasbourgê, parêzer Denîz Surgut de yê ku ev 52 roj in li dijî tecrîdkirina Abdullah Ocalan di greva biçîbûnê ya bêdem û nedorveger de ye, biryara lêgerîna ya bi bultena sor da Înterpolê. Wezaretê wekî din xwest Surgut îadeyî Tirkiyeyê bê kirin.

Parezerê Surgut, Huseyin Bogatekin diyar kir ku biryareke wisa li dijî hiqûq û mantiq e. Wî got, ew ê li ber biryarê rabin. Bogatekîn, anî ziman ku dadgehê ji ber nivîsa Wezareta Dadê ya di 28’ê Çile de der barê parêzer Deniz Surgut de biryara legerîna bi bultena sor daye, û dewlet wê vê daxwazê jî bigihîne rayedarên Fransayê.

Parêzer Deniz Surgut dema li Tirkiye bû, dema girtî bû êşkence lê hat kirin û li Dadgeha Cezayê Giran a Gumuşhaneyê bi dehan salan ceza lê hat birrîn. Ew 2 salan neheq hat girtin. Wî îtîrazî ceza kiriye û diza wî li Dadgeha îstînafê li benda encamê ye.