KCK’ê der barê erdheja li Rojhilat û Bakurê Kurdistanê de daxuyanî da û got: “Ne ji dewletan li benda alîkariyê bin. Gelê me û saziyan wî dikarin destegîr bin. Hevgirtin û alîkarî dikarin êşa mexdûriyetê kêm bikin.”
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê der barê erdheja li Rojhilat û Bakurê Kurdistanê daxuyanî da.
Di daxuyaniya KCK’ê de weha tê gotin:
“Li Xoya Rojhilatê Kurdistanê erd hejiyaye û erdhejê bandora xwe li Wan û navçeyên wê kiriye. Elbak di serî de li Qelqelî û Serayê jî erd hejiyaye. Tê diyarkirin ku li Rojhilatê Kurdistanê bi dehan birîndar hene. Çend kes mirine, hejmara wan nayê zanîn. Li Elbakê jî 10 mirovên me mirine û gelek birîndar hene. Em sersaxiyê ji malbatên kesên wan can dane dixwazin û em hêvî dikin ku birîndaran jî demek berî demekê bi lez şîfa xêrê bibînin.
Ji ber ku têra xwe tevdîr û amadekariya dewletan tune, di dema erdhej û karesatan de nikarin alîkariyê bikin. Di karesatan de divê gel xwe zûka xwe bi rêxistin bike û alîkariyê bide mexdûran. Li cem gelê Kurd vê çanda civakîbûnê heye. Dema karesat û felaketek pêk tê, gelê me berpirsyariya xwe ya civakî û exlaqî bi cih tîne.
Hevbigirin û alîkar bin
Çawa ku tê zanîn, zivistanê jiyan gelek dijwar e. Ji ber vê jî divê gelê me alîkariyê bide kesên ku malên wan xera bûne. Hevgirtina civakî dikare hemû birînan bipêçe. Di vî warî de divê hevgirtin û alîkarî ji aliyê gelê me ve were kirin. Divê were zanîn ku hêza hevgirtina civakî ji ya dewletê zêdetir e.
Gelê me him li Rojhilatê Kurdistanê û him jî li Bakurê Kurdistanê tevî saziyên xwe divê alîkarî û piştgiriyê bide mexdûrên erdhejê. Jixwe gelê me ne ji dewletan lê ji cîran û gelê xwe hêviya alîkariyê dike. Diyar e ku xisara li Rojhilatê Kurdistanê mezintir e. Divê gelê me yê li Rojhilatê Kurdistanê alîkarî û hevgirtinê bide mexdûrên erdhejê. Gelê me yê li her parçeyê Kurdistanê û gelê me yê li derveyî welat divê piştgiriya pêwist bikin.
Hevgirtin êşa bobelatan kêm dike
Kapîtalîzm dixwaze civakîbûnê bikuje û ev tişt li ser çand, exlaq û wijdanê gelan jî dibe êrişek. Li hemberî ferdperestiyê û maddîyatperestiyê divê gelê Kurd bi civakîbûneke mezin li ber xwe bide. Bi berxwedana mezin a gelê me, felaket û bobelat hemû dikarin bandora wan kêmtir bibin.
Em sersaxiyê ji wan malbatan re dixwazin ku di erdhejê de xizmên wan can dane, û em ji birîndaran re jî şifa xêrê dixwazin.”
ANF/BEHDÎNAN
Xoy li benda alîkariyê ye
Bi dehan gundên bajarê Xoyê yê Rojhilatê Kurdistanê ji ber erdheja 23’ê Sibatê hilweşiyan. Nûçegihanên ANF’ê li gundê Kortanavayê bi mexdûrên erdhejî re axivîn.
Malbateke li gundê Kortanavayê, ku xaniyê wan xera bû, ji halê xwe şukir dike. Di nava axê de maye, montekî şîn li xwe kiriye, kumek li ser e. Bavê malbatê ku derdora 50 salî ye. Li pêşiya xaniyê xwe yê hilweşiyayî radiweste. Hevsera wî li kêleka wî ye. Ew jî di nava axê de maye. Derdora wan hilweşiya ye.
Bav dibêje, ‘Şukir tiştek bi kesî nehatiye’. Dayik dewam dike û qala pêwîstiyan dike. Dibêje, “Pêwîstiya me bi her tiştî heye” ku dema vê dibêje hinekî fedî dike.
Wêdetir malbateke din qala erdhejê dike. Hinekî temenmezin dixuye. Herduyan jî serê xwe girê dane. Serma ye. Hevjînên extiyar dibêjin ku mala wan xera bûye.
Gundê Mexin ê ser bi Kotolê jî xera bûye, ku nêzî Kortanava ye û li ser rê ye. Gund li qiraxa rêyeke mezin e.
Li geleke gundan, mirovên ku xaniyên wan xera bûne li derve agir dadane û hewl didin xwe germ bikin. Xaniyê wan jiyaneke xizan radixin pêş çavan. Jineke extiyar betanî li xwe pêçandiye û li ber êgir xwe germ dike. Hinek jî bi malzemeyên ku ji nava xirbeyan derxistine hewl didin stargehekê ji xwe re çêkin ji bo bi şev lê bimînin. Xaniyên ji kevir rûxiya ne. Kevir li derdorê belav bûne.
Bi nêrînên matmayî, xemgîn û dilgiran ên li nava xirbeyan, li drama ku bi serê wan ve hatiye temaşe dikin. Hinek jê li xaniyê xwe yê ban hilweşiya ye dinerin, fêhm dikin ku êdî nepêkane mîna berê sererast bikin.
Banê xaniyekî hema bêje bi temamî hilweşiya ye, li nava xênî sobeyek maye û li qiraxekê jî televîzyonek.
n NAVENDA NÛÇEYAN