Di konferansê de derbarê berxwedana li Kobanê, pêvajoya çareseriyê ya li Tirkiyê û derxistina navê PKK´ê ji lîsteya rêxistinên terorîst ya Ewrupayê gelek mijar hatin guftugokirin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî ji konferansê re peyameke nivîskî şand. Peyam ji aliyê Parêzerê Nelson Mandela Essa Mossa ve hate xwendin. Ocalan di peyama xwe de ji her kesê dixwaze destekê bidin pêvajoya çareseriyê. Ocalan di peyama xwe de ji her kesî bi taybet ji saziyên Ewrupayê dixwaze ku destekê bidin pêvajoya çareseriyê. Peyama Ocalan wiha ye:

“Beşdarên Hêja!

Pêvajoya çareserî û aşitiyê ya demokratîk ku nêzî du salin em bi hêvî û biryariyeke mezin dimeşînin, gihiştiye asta muzakereyan û em gihîştine pêvajoyeke dîrokî ya girîng. Pêvajoya mûzakereyên demokratîk wê ne tenê pirsgirêka sedsalî bigihîne çareseriyeke mayînde û adil, di heman demê de wê encamên girîng ên siyaseta demokratîk bi xwe re bîne û wê feydeyeke mezin bide aşitî û pêşeroja demokratîk a gelên Rojhilata Navîn. Di pêvajoyeke wiha girîng û bi wate de, xebatên ku wê sazî û rêxistinên demokratîk û aştîxwaz û alîgirên çareseriyê, ku wê di serî de li navendên Tirkiye û Ewropayê, di qada navneteweyî de bimeşînin, wê ji bo pêvajoya demokratîk a muzakereyan pir girîng bin.


Divê PE roleke aktîf bigire

Ez konferansa Kurd ku li Parlementoya Ewropayê tê lidarxistin pirr girîng û bi wate dibînim, bawer dikim ku wê feydeyeke mezin û girîng bide pêvajoya çareseriyê. Gelek girîng e ku Parlementoya Ewropayê di nava pêvajoya gotûbêjê de cihê xwe bigire, pêşniyarên ku wê pêvajoyê pêş bixe bîne rojeva xwe û ev yek xwedî girîngiyeke dîrokî ye. Di serî de Parlementoya Ewropayê û hemû organên wê yên biryarê, rola ku wê bilîzin, wê feydekeyeke gelekî mezin bidin pêvajoya diyalog û aşitiyê ya di navbera gelan de û têkoşîna rûmeta mirovahiyê. Hêvî û bendewariya me ya ji dostên me yên Ewropayî, ji hemû sazî û rêxistinên rêzdar ên alîgirên çareseriyê, hemû gelên Ewropayî yên ku baweriya wan bi azadî û demokrasiyê heye, ew e ku; li gel têkoşîna rûmetê ya ku em ji bo demokrasî û azadî were vê axa ku bi salan e êş û jan lê hene, dimeşînin cih bigirin û destekê bidin vê têkoşînê. Baweriya me ya bi vê yekê temam e. Ji ber em li ber qeraxa qonexeke nû ne ya wê dîrok ji rêzika ku li gor dilê kesên têkber û li gor wan tê niqirandin derkeve.


Nîzamên bêbingeh hildiweşin

Niha mirovahî şahidiya tunebûna sînorên ku bi peymana Sykes-Picot ji aliyê dewletên mezin ên ku xwe weke serkeftiyên 1’emîn Şerê Cîhanê dibînin ve li herêmên Anatoliya, Mezoptamya û ji Mexrîb heta Meşriqên di nava axa Ereban de hatibûn danîn, hilweşîna “netewe-dewletên” sunnî ku di bin hîmaya warisên emperyalîst de hatine avakirin, rûxandina rezîlane ya dîkdatoran, vejîna neteweya Kurd ku nasname û hebûna dihate înkarkirin, rizgarbûna cîhana Ereb a ji pêkhateyên monarşîk û ji nû ve hişyarbûnê dike. Dema mirov ji paytextên Pergala Cîhana Nû lê dinêre hilweşînên wek “kaos” û “bêîstîqrarî” tên dîtin, şerên mezheb û ol, di rastiyê de nîzamên li ser gelên herêmê ji derve de hatine ferzkirin, daxwazên dîrokê ku ji nîqaşkirinan dûr dikevin, heta wek nîşaneya tinebûnê ya xwe didin der neyên dîtin, wê neyên fêmkirin.

Li Kobanê û Şengalê têkoşîna rûmetê tê dayîn

Ya rast, heta ku bi vîna hevpar a gelan rêkûpêkî û sîstemeke nû pêk neyê, ev dijbertiya mezhebî û olî ya ku bênavber berdewam dike û kronîk dibe, mimkune ku bi destwerdanên ku ji derve tên vê birîna ku kûr dibe kûrtir bike û bêhngenî bike. Divê têkiliyên di navbera mirov û civakan de bên guhertin û veguhertin û teqez bi vîna mirovan a bi zanebûn bi awayeke rêxistinkirî vê yekê bi çalakîbûnê pêk bînin. Gelo vîneke wiha, çalakîbûneke wiha heye? Gelo însîsiyatîfeke wiha dîrokî ku wê berê mirovan bizivirîne heye? Dema ez bêjim ku neteweyeke Kurd a ji ber ez jî parçeyekî mutewazî yê vê me serbilind bim, vê rola dîrokî bi hewldaneke her diçe pêş dikeve re dilîze û dixwazim bi mînakeke ku hûn ê fêm bikin ne pesneke vala ya ji ber ezezîtiya neteweyî ye, gotinên xwe şênber bikim: Kobanê û Şengal kurteyeke girîng a  pirsgirêka Kurd û Rojhilata Navîn e. Hûnê li wir bibînin ku têkoşîneke rûmet û şiyarbûnê ya wê çavên gelên mazlum vedike, heye.

Ev têkoşîna azadî û demokrasiyê ye

Hûn ê bibînin ku rola jiyanî û diyarker a jinan û pratîka têkoşîna bi îddîaya heta xwe azad nekin nikarin gelêkî an jî cîhanê azad bikin, li wê derê heye. Kobanê û Şengal ji bo yên ku hêvî dikin ji xwe re biheştê bibînin, navê cihê ku li wê derê li hemberî gel û herêmê zebanîtiya dojehê dikin e. Gava em li wê derê, ango li Şengal û Kobanê dinêrin, tişta ku em nikarin ji bîr bikin em ê li wê derê bibînin ku jin û zilamên ciwan ên cangoriyên demokrasiyê ne, ji bo cîhaneke baştir û xweştir, li dijî çeteyên wehşetê ku zebanîtiya dojehê dikin, bedena xwe dikin sîper, hene. Ger di sedsala 21’ê de hîna jî jin li bazaran tê firotin, ev ji bo hêzên li Rojhilata Navîn, mirovahiya pêşverû û heta hemû cîhanê cihê şermê ye. Em têkoşîna azadî û demokrasiyê dimeşînin. Bi hêvî û baweriya ku konferans bi awayeke serkeftî bi encam bibe, ez hemû beşdaran silav dikim û daxwaziya serkeftineke mezin ji wan re dixwazim.”

ANF/BRUKSEL