Serokwezîr Manûel Valls beriya dengdayîna li ser tezkereyê li Parlamenta Neteweyî peyivî û xwest êrîşên hewayî yên Fransayê yên li Sûriyeyê bê direjkirin. Valls di axaftina xwe ya li vir de diyar kir, ku eniya global a li hemberî DAIŞ’ê divê destekê bide hemû hêzên li dijî DAIŞ’ê şer dikin, bi taybetî jî destekê bidin Kurdan.
Li bejahî bi Kurdan re tevbigerin
Serokwezîrê Fransayê xwest ku komên mûxalefetê yên nerm jî werin destekkirin û diyar kir ku ew ê têkoşîna xwe ya li hemberî hemû rêxistinên terorîst bidomînin.Valls got, “Pêwîste çalakiyên me yên hewayî xwe bispêrin operasyonên bejahî” û anî ziman ku operasyonên bejahî jî tevî Kurdan ancax bi hêzên herêmî re werin meşandin.Valls di dewama axaftina xwe de got, “Wê şaş be ku em yekîneyên xwe ji bejahî ve bişînin. Divê em bûyerên li vê herêmê qewimîne dersê derxînin û destekê bidin yekîneyên Kurd û Sûnî yên li vê qadê têdikoşin.”Valls ragihand ku hêzên hewayî yên Fransayê ji meha Îlonê û vir ve li Sûriyeyê êrîşên hewayî dike û li Iraq û Sûriyeyê zêdeyî 300 êrîşên hewayî pêk anîne.
Parlementoya Fransayê zagona dirêjkirina êrîşên asîmanî li dijî çeteyên DAIŞ’ê, erê kir. Di civata parlementoyê de li ser zagona nû, dengdayîn hate kirin. Bi dengê 515 parlementeran zagon hate erêkirin, 4 kesan ev yek red kirin û 10 kesan jî dengên xwe bikar nanîn. Di êrîşên asîmanî yên Fransayê li dijî çeteyên DAIŞ’ê li Sûriye û Iraqê de 40 balafirên şer di nava liv û tevgerê de ne.
PARÎS