Ji lîderên ciwanên Îranî yên salên 1960-1970'î rojnamevan-nivîskar Abbas Samakar diyar kir ku kapîtalîstên li her devera cîhanê ji sîstema wekhev û adil a li Rojava aciz in û destnîşan kir ku ji ber vê yekê divê hemû gelên bindest û çîna karker, piştgiriyê bidin şoreşa Rojava.
Abbas Samakar sala 1973'an de di dema festîvalekê de gava ji bo televîzyonekê dîmen digirtin, bi sûcdariya ku hewl daye kurê Şah Riza Pehlewî birevîne, bi 9 hevalên xwe re hat girtin û li êşkenceyê rast hat.
Samakar ku piştî Dibistana Bilind a Rojnamevaniyê qedand di dawiya salên 1960'î de li Televîzyona Dewletê ya Îranê dest bi kar kir, dibêje, "Me plan kiribûn ku kurê Şah birevînin û wî bi hevalên xwe yên li girtîgehê re pev biguherînin. Lê belê Savak (Rêxistina Îstîxbaratê ya Îranê) ya bi vê rewşê hesiya, berî em bikevin nava tevgerê, em girtin."
Rejîma Îranê ji 10 kesên girtî 2 bi dar ve kirin û sisê jî serbest berdan. Samakar jî di nav de li 5 kesan jî cezayê girtîgehê heta bi hetayê hat birrîn.
Samakar bi navbeynkariya lîderekî olî yê di dema Şah de bi hev re li girtîgehê mayî re serbest hat berdan û sala 1983'an Îran terikand û li Elmanyayê bû penaber.
Samakar piştre têkiliya xwe bi Fedaiyên Gel re qut kir, giraniya xwe da karê çandî û wêjeyî. Çar pirtûkên bi mijarên bîranîn, helbest, estetîk, çand û hunerê nivîsandin. Di ber de polîtîka jî kir û li gel vê yekê li DYA jî demekê rojnamevanî kir.
‘Şoreşa Rojava ji bo tevahiya gelan girîng e’
Samakar anî ziman ku di demeke Bihara Ereb vemirî de pêkhatine Şoreşa Rojava û berxwedana Kobanê, mîna hemû gelên Rojhilata Navîn ji bo Îraniyan jî gelekî girîng e. Abbas Samakar da xuyakirin ku divê Şoreşa Rojava û berxwedana Kobanê ji aliyê hemû gelên bindest ên li çar aliyên cîhanê ve were zanîn û destekkirin û got, "Cihgirtina jinan di nava Şoreşa Rojava û berxwedana Kobanê de, li gelek deverên cîhanê bi awayekî matmayî hat pêşwazîkirin. Li vê xaka Rojhilata Navîn a ku hukmên nirxên feodal serdest in, tevlîbûna jinan li avakirina Rojava, şerê wan ê li Kobanê li dijî DAIŞ'ê gelek derdor matmayî hişt. Ev 30 sal in em li dijî rejîma Îslamî ya li Îranê têdikoşin. Bi hezaran mirov mirin. Bi mîlyonan mirov li dijî rejîmê herikîn kolanan. Lê me nekarî rejîmê hilweşînin. Li Îranê zexteke rêk û pêk û darvekirin hene. Lê belê gelê Rojava û Kobanê, ya ku me nekarîbû bike, bi ser xist. Ev yek ji bo me bû tecrûbeyek. Îlham da me. Em gihaştin wê baweriyê ku eger wan karîbû li Rojava bikin, em jî dikarin li Îranê heman tiştî bikin. Şoreşgerê Îranê divê li tecrûbeyên li Rojava bikolîn û polîtîkayên xwe ji nû ve diyar bikin."
Belgefilma Rojava danî ber xwe
Samakar ku bi armanca piştgirîdayîna berxwedana Kobanê û Şoreşa Rojava, bi Serokê PENa Îranê Bahram Rahmanî re li ser berxwedana Kobanê pirtûkek nivîsand û hemû hatinên pirtûkê ji Rojava re şandin, niha jî xwe amade dike ji bo danasîna Şoreşa Rojava belgefilmekê çêke.
Samakar ê 67 salî diyar kir ku ew girîngiyeke mezin dide Şoreşa Rojava û têkoşîna jinan û da zanîn ku ew dixwaze bi tîmeke televîzyonê Kantonên Rojava ziyaret bike û li ser Rojava û têkoşîna jinan belgefilmekê amade bike.