* Kurdistaniyan dawiya hefteyê li gelek bajarên Ewrûpayê bi çalakiyan dagirkeriya qirker a dewleta Tirk a li Rojavayê Kurdistanê rûreş kir.
* Çalakgeran ji hikûmeta Elman xwest tavilê neqilkirin û firotina sîlehan a ber bi Tirkiyeyê ve rawestîne û nebe şirîka qirkirina li Rojava.
* Li Stockholmê jî hat bibîrxistin ku dewleta Tirk lîsteya terorê dike hincet û êrişî Rojava dike û xwest PKK ji lîsteyê bê derxistin.
Li dijî dagirkeriya qirker a dewleta Tirk li gelek welatên Ewrûpayê çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin. Nexasim jî li Elmanyayê çalakî gelek bûn. Di çalakiyan de peyama piştevaniya bi Rojava re hate dayîn, daxwazên êdî desteknedana dewleta Tirk û ji lîsteya terorê derxistina navê PKK´ê jî hatin îfadekirin.
Koln: Li Hans Bockler Platz a Kolnê bi hezaran kes li hev civiyan, hikûmeta Serokwezîr Angela Merkel û rejîma Erdogan protesto kirin. Di çalakiyê de peyamên piştevaniya bi Rojava û têkoşîna hevpar hate dayîn.
Komeke ciwan li avahiya beramberî mîtîngê pankarta li ser nivîsandî “Ji bo piştevaniya bi Rojava re alîkariyê bidin saziya Heyva Sor a Kurdisatanê” daliqandin.
Di mîtîngê de rexne li hikûmeta Merkel hate kirin. Qisekeran bang li hikûmeta Elman kir da ku firotina çekan a ber bi Tirkiyeyê ve tavilê rawestîne.
Berlîn: Li paytexta Elmanyayê Berlînê jî bi heman armancê mîtîngek hate kirin. Hevserokê NCDK’ê Erhan Firat di mîtîngê de axivî terora rejîma Erdogan a faşîst ku Kurdan hemûyan dike hedef, şermezar kir. Di çalakiyê de tevî Kurdan aktivîstên Elman ên dostên Kurdan beşdar bûn.
Heilbronn: Li bajarê Elmanya Heilbornnê meş hate lidarxistin. Gelek rêxistinên Kurdistanî û Tirkiyeyî beşdarî meşê bûn.
Çalakger li parka Wertwiesen li hev civiyan alayên YPG, YPJ’ê û pankartên balbirina li ser dagirkeriya Rojava hildan. Tevahiya meşê dirûşmeyên piştevaniya bi Rojava re hate berzikrin.
Munchen: Li bajarê Elmanyayê Munchenê li ser banga Navenda Civaka Demokratîk meşek hate lidarxistin. Aktivîstên Kurd û Elman beşdarî meşê bûn û dagirkeriya Tirk hate şermezarkirin. Ji hikûmetên welatên rojava hat xwestin ku zextê li dewleta Tirk bikin da ku eskerên xwe vekişîne û hew komkujiyan bike. Di meşê de dirûşmeyên “Bijî piştevaniya şoreşgerî”, “Bijî berxwedana Rojava”, “Terorîst Erdogan” û “Jin Jiyan Azadî” hatin gotin.
Stutgart: Bi pêşengiya Înîsiyatîfên Defende Rojava û Riseup4Roajva li bajarê Elmanyayê Stuttgartê Kurdistanî û dostên wan ji bo Rojava meşiyan û dagirkerî rûreşkirin.
PKK´ê ji lîsteyê derxin
Stockholm: Li paytexta Swêdê Stockholmê li Meydana Medborgpaltsenê çalakiya piştgiriya bi Rojava re hebû. Seroka Partiya Çepgir a herêma Stockholmê Elena Karlstrom, Endamê Komîteya Têkiliyên Navnetewî ya Partiya Karker Demokratên Sosyal Johan Hassel, li ser navê Komîteya Piştevaniya bi Karkerên Îranê re Hasse û Hevserokê Navenda Çanda Kurd a Demokratîk ya Swêdê Ridvan Altûn axivîn.
Johan Hassel got, hikûmeta Swedê dagirkeriya dewleta Tirk ya li dijî Rojava şermezar kiriye û ji bo pêkanîna ambargoya çekan, mijara dagirkeriye kiriye rojeva Yekîtiya Ewrûpayê (YE).
Elena Karlstrom jî got, dewleta Tirk bi hinceta PKK di lîsteya rêxistina terorê de ye li dijî Rojava û Bakurê Sûriyeyê dagirkerî daye destpêkirin û xwest PKK ji lîsteya terorê were derxistin.
Malmo: Li ser banga Komîteya Rojava û NCDK’ê ji bo şermezarkirina dagirkeriya Tirk û piştevaniya bi gelên Rojava re li bajarê Swêdê Malmoyê mîtîngek hate lidarxistin. Ji bo dawî li dagirkeriya qirker a dewleta Tirk bê anîn, bang li YE´yê û Netewên Yekbûyî (NY) hat kirin.
Oslo: Kurdên li paytexta Norwêcê Osloyê tevî dostên xwe dagirkeriya dewleta Tirk şermezar kirin. Kurdistanî tevî dostên xwe yên Norwêcî li ber stasyona navendî ya Osloyê kom bûn. Di çalakiyê de belavoka CDK’ê hate xwendin û hate gotin, li dijî dagirkerî û faşîzmê çalakiyên wan wê dewam bikin.
NAVENDA NÛÇEYAN
Em şerî li vir bisekinînin!
Li bajarê Elmanyayê Nurnbergê Kurdistanî û înternasyonalîstan, êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bi çalakiyên li pêşiya konsolosxaneya Tirk, şirket û fabrîkayên çekan şermezar kir.
Çalakiya ku wê li pêşiya konsolosxaneya Tirk bihata kirin, ji aliyê polîsên Elman ve hate astengkirin. Çalakgerên înternasyonalîst ên Elman, tevî Kurdistanî bi otobusekê bi rê ketin û li pêşiya Sîemens AG ya ku yek ji fînansmanê şer e, çalakî kirin. Çalakgeran pankarta li ser nivîsandî “Şer ji vir dest pê dike, em li vir rawestînin” hildan. Piştre bi daxuyaniyekê çalakgeran bi bîr xist ku Sîemens AG payedarê herî mezin ê hilberîna tankên Leopard e ku dewleta Tirk di êrişên xwe yên ji bo dagirkirina Rojava de bi kar tîne.
Çalakgeran piştre li pêşiya şîrketa MAN´ê ya ku parçeyên tankan hildiberîne, li pêşiya navenda perwerdeya leşkerî Bundeswehr û şirketa DIEHL a ku çekan hildiberîne, mîtîng kirin û belavok belav kirin.
Çalakgerên înternasyonalîst û Kurdistaniyan piştre êrişên dewleta Tirk ên qirker şermezar kirin û ji bo piştgiriyê bidin Rojava, xwestin li pêşiya konsolosxaneya Tirk çalakiyeke aştiyane pêk bînin. Lê belê ji aliyê polîsên Elman ve hate astengkirin.
Çalakgeran piştre li Hallplatzê mîtîngek kir.
