Simspson bi bîr dixe ku penaberên niha di navbera şer, sînor û eskeran de asê mane û nizanin çi bikin, ji wê herêmê ne ku Tirkiyeyê dixwest bike „Herêmeke Ewle“ ji bo penaberan rojekê vegrîniyê. Lê niha DAIŞ´ê wargeha Ikbah bi dest xist, xelkê wê kire der, Tirkiye li ser sînor dîwarekî 3 metroyan bilind lê dike û eskerên wê di sînor re bi tenê milîtanên birîndar dide derbaskirin. Gerry Simpson dibêje, divê rewşê de lihevkirina Tirkiyeyê bi Yekîtiya Ewrûpayê (YE) re ya rawestandina penaberan bi dewreke diyarker radibe û ti rêya felatê li ber penaberan nahêle. Nivîsar bi bîr dixe ku mafê penaberên ji Sûrî yên ji ber DAIŞ´ê direvin heye werin parastin û erka hiqûqî ya Tirkiyeyê ye ku van penaberan ber bi herêmên şer ve daf nede.
Tişta herî balkêş a di nivîsê de ew e ku Gerry Simpson bang li YE´yê dike „êdî dev ji siyaseta xwe ya di warê exlaqî de têkçûyî“ berde, hew destekê bide „Herêma Ewle ya xeyalî ya Tirkiyeyê ku di rastiyê de yek ji ezmûnên herî zehmet ên aloziya tirsnak a li Sûriyeyê ye“.
WASHÎNGTON