Desteya Parastinê ya Katona Cizîrê serdana Hêzên Sûriyeya Demokratîk li bereyên şer ên Bakurê Reqa kir û rizgarkirina bajarokê Tişrîn û Hezîme li wan pîroz kir.

Di şandeyê de Hevserokê Desteya Parastinê ya Kantona Cizîrê, Rêzan Gulo û hin rêveberên erka xweparastinê hebûn û ji aliyê Fermandarê QSD`ê Ebû Mihemed El-Erab ve hatin pêşwazîkirin.

Di serdanê de Hevserokê Desteya Parastinê axivî û destpêkê, hêzên QSD`ê Ii ser rizgarkirina gelek gund û bajarokan di qonaxa çaremîn a hemleyê de pîroz kirin.

Gulo da zanîn ku qonaxa çaremîn a Xezeba Firatê ya bi destekdayîna hêzên koalîsyonê destketiyên mezin qezenc kirin û di demeke kurt de bi hezaran sivîl ji çeteyan rizgar kir.

Di dawiya serdanê de Serokê Desteya Parastinê yê Kantona Cizîrê, Rêzan Gulo destnîşan kir ku QSD li gorî derfetên heyî desteke dide koçberan jî, lê dîsa rewşa wan xerab e û lewma bang li hemû rêxistinên mirovî kir ku alîkariyê bidin koçberên derbasî herêmên QSD`ê bûne. 


REQA