Li Başûrê Kurdistanê nexasim van demên dawiyê hin mela bi navê Îslamê heqaretê li jinan dikin û li hemberî vê jî jin û rêxistinên jinan nerazîbûnê nîşan didin.

 Mela Nadir Elî helwêsta Wezareta Ewqafê rexne kir û got, ev zimanê heqaretê li hemberî jinê di Islamê de tineye, kesên vê dikin, ya DAIŞʼê nikarî bibe serî, dikin.

Li Herêma Kurdistanê hinek mela di xutbeyên xwe yên li mizgeftan û bi rêya torên civakê heqaretê li jinan dikin. Hinek car jî bi rêya fetwayên ji aliyê Encûmena Bilind a Fetwayan ve heqaret li jinan tê kirin û mafên wan tên binpêkirin.

Li dijî van heqaret û bêmafiyan gelek caran parêzerên mafên jinan û rêxistinên jinan çalakiyên cûr bi cûr dikin û hinek car jî gilî li ser van melayan tomar dikin.

Hin ji van heqaretên ku melayan li dijî jinan kirin û bû cihê nerazîbûnên mezin, xeberdan û bi karanînan gotinên nebaş ji bo hunermend Mariya Hewramî û xeberdana zilamên ku ‘rê didin hevjîn, dayîk yan jî keça wî bê kefî ji malê derdikevin’ ji aliyê Mela Helo Hewramî ve hate kirin. Her wiha Mela Mezher Xoresanî jinên Kurd şiband ‘dînazor’an. Li aliyê din jî Encûmena Bilind a Fetwayan a Herêma Kurdistanê fetwayek derxist ku li gora fetwayê ‘Divê jin bi tenê li taksiyê siwar nebin.’

Van fetwa û gotarên melayan civak kir du beş, beşek jê piştgiriya melayan dike û beşek jê piştgiriya jinên nerazî dike.

Ya DAIŞʼê nekarî bike dikin

Têkildarê heqaretên li jinan tê kirin, Rojnamevan Hewraz Mihemed got, divê hikûmet, dadgeh û aliyên peywendîdar rê nedin van heqaretan. Ev heqaret gihiştine astek metirsîdar û ev heqaret li dijî civakê ne. Divê jin li hemberî van heqaretan bêdeng nemînin û dijberiyeke xurt nîşan bidin.”

Li ser van heqaretan mela jî bûne du beş, hin mela diyar dikin ku bi ti awayî di dînê Îslamê de heqaret li jinan nayê qebûlkirin. Her wiha dibêjin ev mela Quranê şaş tefsîr û rave dikin.

Seydayê Mizgefta Reşîd a Silêmaniyê Mela Nadir Elî li ser vê mijarê got; “Ger em li rastiya Quranê û gotinên pêximber binêrin, tiştên ku niha têne kirin ti rastiya wan nîne. Di zimanê Îslamê de ev zimanê nexweş û heqaretkirinê nîne.”

Seyda Nadir Elî diyar kir ku di pişt van heqaretan de fikra Îslama siyasî heye. Hinek kes hatine bi navê dîn gelê me perwerde dikin. Şerê ku DAIŞ’ê nekarî bi ser bixe, ew bi şêweyekî hîn tundrewtir hewil didin bikin.”

Ne karê wezaretê ye!

   

Têkildarî mijarê Berdevkê Wezareta Ewqaf ya ji bo Karûbarên Olî Nebez Îsmaîl, axivî û got; “Ev ne mijarek girêdayî Wezareta Ewqafê ye. Ev kes li derveyî mizgeftan van gotinan dikin. Tenê dema ev kes li mizgeftan yan jî cihên olî de van gotinan bikin em dikarin lêpirsînê bi wan re bikin. Ji bo wê dadgeh dikare li ser giliyê welatiyan û çalakvanan lêpirsînê bi van kesan re bike.”

Li pişt vê desthilat heye

30 rêxistin û aktivîstên jin ji ber heqareta li jinan tê kirin, li Dadgeha Hewlêrê li dijî Mela Mezher Xoresanî gilî kiribûn. Roja 27’ê Çile jî doza Mela Mezher hebû û doz taloqê roja 6’ê Sibatê hate kirin.

Ya balkêş ew bû hejmarek zêde ya mela, pêşmerge, kesên hizbî, parêzer û heya hin jin jî ji bo piştgiriya Mela Mezher li ber avahiya dadgehê kombibûn. Kesên ji bo piştgiriya Mezher çûbûn ber dadgehê dirûşmeya ‘Tekbîr, Allahu Ekber’ gotin. Her wiha li cem gelek welatiyan jî ev nêrîn peyda bûne û dibêjin ev senaryoyek ya desthilatê ye. Welatî dibêjin desthilat dixwaze bi van mijaran yasaya reformê ji rojeva gel derxe. Hinek jî dibêjin desthilat dixwaze van kesan li ber çavê gel wek qehreman nîşan de û bêje vaye gelek kes piştgiriya van kesan dikin. Ji bo di hilbijartinan de ji xwe re wek namzet nîşan bide.

 

ROJNEWS/SILÊMANÎ