DANA OMER/ROJNEWS/SILÊMANÎ
Krîza darayî û aloziyên siyasî yên li Herêma Kurdistanê bûne sedem ku koçberbûna welatiyan a ber bi Ewrûpayê ve zêde bibe. Heta niha hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo pêşî li koçberiya welatiyan bigire ti gavek neavêtiye, nexasim jî ji bo ciwanan.
Li ser mijara koçberiya welatiyan mamostayê Beşa Dîrokê li Zanîngeha Silêmanî, Aram Elî got, “Çend sedemên bingehîn ên weke civakî, siyasî û dîrokî yên van koçberiyan hene. Lê ez bi xwe sedema bingehîn jî aliyên siyasî û dîroka wan dibînim. Mijar ne ev e ku hema ciwanek koçber bibe û biçe jiyana xwe xweş bike. Mijar zêdetir nemayîna hestên neteweyî û niştîmanî ye. Çend sedemên vê jî hene. Sedema navxweyî ew e, ji ber ku desthilata Kurdî jiyaneke aram ji bo welatiyan neda çêkirin, ciwan zanîngehê diqedînin lê nizanin çi bikin. Ev jî dibe sedem ku li rêyên cûda bigerin.”
Elî bi bîr xist ku ev zêdetirî 200 salan e ku dijminê Kurdan hewl didin, takekesên Kurd bê hêvî bikin û wiha pê de çû: “Bi demê re serokên eşîran bûn desthilat û rêveber. Piştî Raperînê desthilat kete destê eşîret û malbatgeriyê. Takekesên Kurd dibînin ku desthilatên Kurd xwe û yên derdora xwe dewlemend dikin. Vê jî gel bê hêvî hiştiye.”
Ji vê birînê re dermanek divê
Li ser pirsa gelo hikûmeta Herêma Kurdistanê dikare çi bike ji bo pêşîgirtina li koçberiya welatiyan, Aram Elî got; “Dema desthilatê karî jêderên welat bi şêweyekî wekhev parve bike û wekhevî di nava welêt de bide çêkirin, wê demê ew ê karibe pêşiyê li vê koçberiyê jî bigire. Divê xwendekarên zanîngehê diqedînin, bêkar neyên hiştin. Ez ji welatiyan re dibêjim, Ewrûpa ne ew bihuşt e ku hûn hêvî û xeyal dikin. Ez bi xwe 17 salan li Ewrûpayê mame.” Hêjayî gotinê ye ku li gorî bilançoya Federasyona Penaberan a Herêma Kurdistanê, îsal zêdetirê 140 hezar kesî li ser navê geştiyariyê Herêma Kurdistanê terikandine û bi ser Tirkiyeyê re çûne Ewrûpayê.